kurdistan! ta key le daxt, xet xet û pořîne bim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  102 views
kurdistan! ta key le daxt, xet xet û pořîne bim
wek çemawit çem le çawu, wek çyat nexşîne bim
wek beharit şêt û har û, çeşnî zistan eşkibar
payze piř şînebim, hawîne germe û şîne bim
xom le bîr xom çûmewe, sewdayî řûtim, pêm biłê:
kûleke şîrîne bim, ya kołeke zêřîne bim?!
min le nêwan lutif û qehirit mamewe, bem wamewe
kotre nûrîne bim, ya kotere narîne bim?!
ta be destî xełkewe, pêçatewe zamanî kuł
lêmgeřê pê çînebim, têçîne bim, lê çîne bim
tacî ełmas û guher to nate ser dujmin, ebê
nokere řencînebim, ya cokere gencîne bim!
natewm ger baş û ger bed, jîre kuř bim ya xułam
tutne bengîne bim, ya gułşene řengîne bim!
damirim çake, weku kûrey xełûzî şaxekan
pêřewî makîne bim, darîne, ya berdîne bim!
bûye mîratêk, çi ’urf û şer’ û qanûnî nebû
jînî em ayîne bim, perjînî ew ladîne bim!
boç le bîrit çotewe şax taşîy û, tûşim ekey?
kîne bim, mułkînebim, xołînebim, kołînebim!
bawik û daykim bûy, hemû xuşk û biramit dane xełk
nîm xałî bo minałê, mamî ya xałî nebim!
taze pêm nasêndirê, pêşim sipêrin swêndî pîs
pałeyî hozîne bim, ya małeyî tozîne bim!
lazimit gêřa leser bask û diłim, bo dujminit
bo pêław pel pîne bim, ya bo piław pełpîne bim!
çareřeş xom û birakanim, le tamuboy jyan
qet nebû xirsî nebim, birsî nebim, piř sîne bim!