ḧurmetî hamtereban lazme bigrê eflak

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  109 views
ḧurmetî hamtereban lazme bigrê eflak
fewtî xake hemû kes, quwete bo qûtî xak
’eksî awêneyî řûy, bexşişî şewqî wetene
hem le cîlwey berî pêy, řoşne xar û xaşak
ta demaẍim le ẍema, çareserî gêsûye
yarekey germeserim, nayete ser řêgeyî pak
yařeb! îmřo nîye kes ẍemxorî wesiłim, hawar
min dexalet be ḧebîbem, legeł em sîneyî çak
şîwen û te’zye û, şor û hera û zarîme
bêkes û bestedił û, ’aciz û hem xeste kelak
padşahî serî min meste, le wextî řojû
sa xuda muftîrî wesłî bikey û, hîcir, îmsak
turk çawe, perî endame û fars guftar
’arebî wecd û, ḧebeş cur’et û ḧuřřî çalak
řacyaPen name, yar wefadare mełê ẍessabe
lêy sitandim dił û dîn, gewherî řoḧî nimnak