ey dił le zehadet bese, têkoşe le teqdîs

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  105 views
ey dił le zehadet bese, têkoşe le teqdîs
řakêşe be peřgarî tereb, ’îşq le tedrîs
nefist be xefet bikuje le meyxaneyî řêkî
řabûre le xumxaneyî ehramin û îblîs
ger mûrî suleyman be sefa bênîye berdes
zû ḧazir û jêrdeste, supa û cennetî bełqîs
xot ẍerqî xecałet meke, ey yarî gułendam
her fêrî şeca’et be, wekû ḧezretî îdrîs
carcare le ḧusna, řuxî yusifPerson bike menzer
ye’qubPerson sîfet, mestî teḧemmul be le tehrîs
ta neqdî dił û dîde nedey, megre qedeḧ qet
ew wexte temaşa meke bedkarî bed û pîs
wa bexşişî komeł buwe xořa, le ’êraqa
boye le şeş etrafewe daygirtuwe îngilîs
dił bote ẍułamêkî herasan, le der û jûr
têkeł be piřotonî bike, bîkere teklîs
řoj û mehî fermanbere herkes, wekû řacîPen name
têrawe le yekřengîy û, westawe be te’sîs