çawim le des û cudî twe lem dere, ya ẍews

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  97 views
çawim le des û cudî tuwe lem dere, ya ẍews
bê sebre dił û, sûte henawim, were ya ẍews
’umrêke, be pîranewe degrîm û girawim
firmêskî qełem hêşta piřî deftere, ya ẍews
kes nayete hanay dił û, nagate henasem
em derbedere, bêkes û bê hemsere, ya ẍews
hîwam duwe, dił manduwe, haware be hawar
yek warîse, yek bo şewî dił řehbere, ya ẍews
bîstûme ke pêławî tuwe, tacî wîlayet
seyyareyî min lem dereda pençere, ya ẍews
kewtûme quřî řenicberîy û, têkełî bedkar
pêm řabge, barim ke le em meḧşere, ya ẍews
çend care le beẍdawe, nehatûme derî to
lem dûrewe hełpey minî sewdasere, ya ẍews
ger toş wekû yaran le wefa kurtî bihênî
qet nageme naw baweşî ew diłbere, ya ẍews
lem ahî cîhansûze, ke pişkoPen nameye desûtê
wa ẍerqî temî matem û xaksitere, ya ẍews