espekey řeşkiwête diłber, xoşře û piř yał û bij

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  99 views
espekey řeşkiwête diłber, xoşřew û piř yał û bij
řosteme, ya ḧeydere, çapuk swarî şêrkuj
xoş berudoş û sere, gerdin zer û řû sewze xet
řengî guł, qamet sinewber, bergî řengîn, gya û gij
pałewanane le cengî xoşewîstîda cimî
sa çi qewmawe be gurcî, hênde zû zûm dê be gij?!
her xerîkim min, legeł diłber demê aşt bibmewe
nemdî řûyî řeḧmet û, dîtim hemû dem zîz û dij
gerçî berbad û perêşanim, le des çerxî zeman
derdekey êmen le dû řû, perçem û kakołî qij
êste min çakim, be şêtî karî yarî ser ebem
wa řeqîb wek bizne giřwê, çîn be çîn lêy dawe sij
kar û pîşey zarîy û haware řacîPen name, řoj û şew
derdî řojî girtuwe, bote minałî mem nemj