îmřo legeł şewqî seḧer, yar bo ẍeza ke hateder

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  143 views
îmřo legeł şewqî seḧer, yar bo ẍeza ke hateder
řoḧim lebaleb xoş xeber, girtî şeker, keş neyşeker
ke hateser le xwarewe, be naz û lence û larewe
be çawî piř xumarewe, kirdî ser û małim heder
be cem’î deste xuşkewe, be şem’î soz û eşkewe
mexluqî xiste řeşkewe, çawî hełêna piř eser
tîrî mujey derçû le dił, be xwên demîda lêwî guł
şîşey henasem xul be xul, hat û le ’erşa deçuwe der
ḧîcabî řûy hełdayewe, řoj piř eser pařayewe
mewcî nezer pungayewe, qułzum be qułzum, serbeser
dersim be efsun kirde xem, şer’im penada yek qełem
çendî neřoyî zor û kem, dîsan tecellî da qemer
giştî munewwer bû sema, bwe zeřřebîn çawî ’ema
perdey ḧeya şiř bû nema, her sû le ’alem mu’teber
hoşim nema û têpeřî, ’eqiłim le pêda serbiřî
wirgî řeqîbim hełdiřî, saḧeb dił û sozî ciger
mest û ẍirûr û çapke, bêbak û nerim û nazke
yaqût û xemir û aske, řacîPen name! ḧebîbey xoş kemer