le egrîcet ke deřjê muşkî tatar

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  94 views
le egrîcet ke deřjê muşkî tatar
kişa barî demarî min, heta tar
be astem hat henasem, zułfî birdî
emendem mabû min, serbar û binbar
be ummêdî kiřînî çûm û, fewtam
îtir her waye qurban, sûdî kiřyar
demêke dengî naya, can xeber ka
le perdey dostîyda, yarî xemmar
şew û řojim le baxî şîn û eḧzan
ne’îmim eşk û ahe, doşekim xar
ke pencey da le dergey eqił û aram
tiraza pêwe yek dem dar û dîwar
’ecûlîm kird û nemzanî leser çûm
le destim çû, tewaf û ḧeccî dîdar
ke ’ewdet bûmewe, cergî biřawim
lebî hêşta be des, nek nuqłî guftar
ke şewqî dił hełsita, heste řacîPen name
nebê bakit, be cewrî yar û eẍyar