xunçe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  109 views
xunçe pişkûtin le bax û, şahîdin muxtarî şar
pêşnyarêke, be yasay dîmenî cwanî wîqar
xunçe ’aciz bû le dił, bo bulbulanî pêkenî
wa becê dêłê çinarok, çiş le baxî serçinar
xunçe, řû sûrî xecałet ma le qapî mêrẍuzar
çawî zerd û řûy sipî, nêrgiz le çawanya dyar
xunçe xałî ser demî wa newdemîdey dîdeye
xwênî dił pêy heł eçê, wek biłqî cergî herzekar
xunçe qetrey şewnimî esřê, wenewşey zułfekey
baqeyêkî ejdîha, kirdote geskî çawezar
xunçe bew girjînewey, ejyênewe pîr û cwan
bew demey tîmar eka, mar pêweda û derdedar
xunçe şadî ka be xełkî, muttehem nabê îtir
çaxî seyran, çî beser bazařî sewda û qumar!
xunçe ba nedřê yexey, çîtir le daxî bulbulan
ba be şew takû seḧer, bibřê le yaranî demar
xunçe azadî eka, bazařî noşî da’enê
ba nekewne dawî ’îşqî řostem û esfendyar
xunçe basî xem deka, bo řend û lawî diłteřî
bê diłan, ba her biken hawar û bangî piř be zar
xunçe mîwanî řez û, neş’ey bibziwê û bişłejê
boç bikem basî hewa û aw û berawirdî behar?
xunçe xwa hełnagrê sîs bê, le baweş bay semum
çon henasey mar û dêw, biřjête badey piř xumar?
xunçe ta dugme û berokî, bîtrazênê le cê
qaçî bo hełnê, geła pexşan ke, çeşnî pîredar
xunçe, her bonî bike û herdem bibîne dîmenî
bigre naw amêzî şadî, xanim û xatûnewar
xunçe, ta tîmarî zamî çawî jîkoPen name ka, be řû
nayewê dûrbîn û ’eynek, ya tebîbî nalebar