bê sûde legeł ’îşqî butan, şořşî bêdad

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  122 views
bê sûde legeł ’îşqî butan, şořşî bêdad
çi bikem le heray řostem û karîzeyî ferhad?
darayî eskender û, zanînî eresto
bo pêgeynî diłbere, wek leşkirî bê zad
çi bikem le suleyman û, le tesxîrî cinokey?
hêştake le zincîrî nîgarî nîye azad
min çîme le îdrîs, legeł ma’îl û za’îl?
ba agir û aw, xak û heway, bişbine ewtad
kê bê wekû min derbederî yar û nişîmen?
her dêm û depařêmewe, hey dad, xwa dad!
carê beserî lêwewe, nemdî ke bipirsê
kêye, çi hetîwêke, çi derwêşe, çi berbad?!
mergî min û dergate, henasey min û perçem
ta goşeyî ew çawe, derimdênê le bunyad
çawim neřjê takû le xakî derî yaran
her kwêre le řûy bezmigehî diłberî beẍdad
řacîPen name, çemen û mêrgî jyan ger to epirsî!
sed core beheştêke, serî xoş û diłî şad