gułşenî perçem, şukir kirdûye pinc

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  98 views
gułşenî perçem, şukir kirdûye pinc
dił şikawî kułme bû, kirdûye pinc
çołewanim ta le sewday dîdeta
řewşenîme, bo çime sabat û zinc
gencî şahîm xiste destî yarewe
xem leber bedbextîye girtûye kunc
badeyî şadî le komeł beş kira
kes neka ba tanedarî û minceminc
gyane, perdaxî girîşme û lenceye
pêkenînîşî hełî řiştuwe birinc
qametî, serwî řewan û diłkeşe
zułf û perçem lûs û řeş, bê loç û ginc
xałî bin zułfanî estêren le şew
řûmetî wek çerxî řoje, xişt û xinc
xwênî dûçawim be asanî xuře
nayewê awbare û têy megre gunc
nemdezanî nirxî lêwit, gyanme
ta dił û řoḧit nebird, nemda sirinc
qet wełaşîy ew kesem pê nakirê
řûyekî bê kunciř û poş û giřinc
wek piłîngî piř xemim lê hatuwe
řoj û şew, her şwênme xêzir û xurinc
sîne bînim, wa dû çingî lê edem
bîpçiřim ew dû memaney wek tirinc
geş bewe pişkoPen name, nekey bikujêyewe
ta kizet pêda, le bałay qît û qinc!