sûřî dewran

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 23 minutes  5373 views
zemanî zû hebû mîrêkî zordar
dizêw û diłřeq û xwênřêj û lasar
diłî xoş bû be azarî hejaran
be des ew çûn hezaran û hezaran
qisey xoşî degeł xełkî cwên bû
hemîşe tîxî celladîy be xwên bû
serî zor lawî cwançakî biřîbû
zigî zor pyawî diłpakî diřîbû
řiq û qînî le nêwçawan debarî
dizî û sûtman û kuşt û biř bû karî
bizey hergîz nebînrabû leser lêw
deẍezrî wek yekane û biřřekî kêw
diřindey har û marî bê řeza bû
le tałan û biřoye şareza bû
le tirsanî wiłat piř tirs û řew bû
řimûzney tarîkan û xêwî şew bû
giřuwgiryan be nawî ew dekird jîr
lewî toqîbû hem zarok û hem pîr
mekoy cerde û çetan bû dîwexanî
ẍułam û nokerî bûn nanî nanî
lewî bêzar bû însanî be namûs
teşî řês bû le derkî ew ziman lûs
deyankird xizmetî wek dîl û bende
hetîwçe û serserî û sodre û sehende
le heq bêzar û dił bestey řyayî
yekem toçênî kêłgey bê wefayî
neyarî çakew û yarî xirape
xezêney kun biř û şarî xirape
peřî qamûsî ewyan kirdibû dagîr
wişey dar û tenaf û kot û zincîr
be řastî milhuřêk bû dujminî gel
leber ew neydewêra kes biłê: lel
xuda řazî bû lêy, emma xuday şeř
le xełkî ber bibû wek gurgî nêw meř
***
bełam kîjêkî bû ew gende pyawe
ke detgut xuşkî awing û xunawe
lebarê, nazenînê, kułme ałê
nîgarê, diłřifênê, çaw kejałê
bejin barîk û bałaberz û teřpoş
yesk sûk û řeza şîrîn û řûxoş
henî cwantir le mangî asmanî
peřî řeşdałî bû ebroy kemanî
bisk řeştir le řojî jêr çepokan
peşêwawê ke jîrî bo peşokan
kezî xawtir le xawî la nwałe
le şermî kułmî sûr bowe gułałe
ewî tîrî ewîn cergî nekołê
nebû agay le pêkanî mijołê
bizey dermanî derdî derdedaran
wişey wek bextebaranî beharan
semay peryane detgut lar û lencey
peřî guł deyyeşandin dest û pencey
kuřey herdî dehêna goy memanî
lelay wey tamî desbazîy dezanî
hemû şêwey le babî xoy cuda bû
firîştey pakîy û xêrî xuda bû
tebî’et ew kirey wa wird tenîbû
xuday cwanî le xoşyanî xenîbû
degeł ew cwanîye xawen şerim bû
diłî zor nerim û xwênî zor germ bû
debû cêy ew beriztir ba le hewran
keçî dejya le jûrî małî gewran
debû çetrî serî bałî huma ba
newek awa le řûpoşê xizaba
debû swarî qełandoşî heło ba
le berzayî çyada serbexo ba
newek lêy daxraba derkî ḧewşe
jyabaye lenêw ew ẍewr û xewşe
debû jwangey lekin řawgey kewan ba
newek wa çaw le destî derkewan ba
degeł pêrû bika řaz û nyazê
gelawêjî be hawřazî binazê
bika seyranî zerd û mah û řazan
le xew řabê besîřey seqir û bazan
gizîng bingêwê kułmey agirînî
şine bibzêwê biskî piř le çînî
degeł guł pêkenê fênkî beyanî
seranser piř le xoşî bê jyanî
degeł bulbul biłê ḧeyran û beste
xełk şeyda bika bew şor û heste
debaye çêjî azadî biçêjê
newek firmêskî namradî biřêjê
be awingê bişwa řuxsarî pakî
le pakan win nebê dîdarî pakî
debû bukşin des û pencey le gowend
«kuřî, dîwandiřî», bend hełbiřê, řend
debû cûtî jyanî hełbijêrê
newek babî be sewqatî binêrê
qefes zîndanî tawsî şox û meste?
kiçî cwan û lebar û derkî beste?
kiçî bê beş lenêw burc û qełada
duře emma le duř durcî bełada
deba her etłes û dîbay leber bê
kiçêk řû bestew û çarşêw beser bê
biła pajney le zêřbê kewşî cwanê
ke danrabê le derkî derkewanê
be karî çî dê xişił û zêř û zêwer
kiçêkî neşte nêw xełk û cemawer
be karî naye bergî cwan û mumtaz
kiçêkî çawî dûrwabê wekû baz
le jarî tałtire xorakî çewrî
kiçêk wek řoj neyête der le hewrî
syaçałî kiçane koşkî mîran
hezar xozge be kawlaşî feqîran
be qanûnî tebî’et najî bê cût
ewî însane, ca daraye ya řût
kiçî mîr û geda diłyan heye dił
diłîş naka le diłdarî û ewîn sił
řeben tamî jyanê çon dezanê
eger «pê»şî bigate asmanê
kesêk cûtî nebû xoşîy nebînî
beheşt nahênê řojê dêr nişînî
kesêkî jînî bê jwan řabwêrê
hemû janî cîhanî pê dewêrê
ewîn mayey jyan û bûn û mane
ewîn řaygirtuwe dewrî zemane
ewîn nebwaye pêy nawê bixoy swênd
cîhan çoł bû pepûş têyda nedexwênd
jyanî bê ewîn deştî nebûne
le sayey ’îşqe em dinyaye řûne
jyanî bê ewîn giştî zyane
kiçîş neyxiward firîwî em jyane
wedûy dił kewt û piçřî bend û pêwend
diłî xoy da be lawêkî hunermend
hunermendêkî pakî berze akar
ke carcar řêy dekewte małî xûnkar
hunermendê ke her neẍmêkî tarî
giř û awrîng û pişkoy lê debarî
hunermendê ke dengî piř xuroşî
be bendê deypeřand derd û nexoşî
hunermendê ke hestî agirîn bû
derûnî piř le nasor û birîn bû
hunermendê ke sûtawî ewîn bû
hemû endamî soz û taw û tîn bû
hunermendê ke zadey derd û xem bû
zedey destî řeşî dêwî sitem bû
hunermendê be zig birsî û be çaw têr
le şeř bêzar û dostî aştî û xêr
hunermendêkî ’esrî fî’udałî
diłî piř bû, bełam gîrfanî xałî
şewanî bezim û şayî û şewnşînî
le dirzî perde yektiryan debînî
ke têk dełqa nîgay piř giftugoyan
deyandirkand besanî řazî xoyan
***
kuřîş sewdaserî kîjî emîr bû
le dawî xoşewîstîda esîr bû
ewîn nabînê beynî qewm û dînan
ewîn nazanê ferqî twêj û çînan
ewîn dû dił deka meftûnî yektir
lekin ew wek yekin îslam û gawir
ewîn xatû ziłêxay nerim û hêdî
dekate dîlî ’ebdî zêř xirîdî
ewîne şêxî sen’anî ẍeyb zan
dekate gawir û şwanî berazan
***
eger xatûn giriftarî ewîn bû
ewînî laweke zyatir betîn bû
giřî girtibû derûnî piř le coşî
le tawanî nemabû hoşî xoşî
le swêy ew şoxe oqrey lê biřabû
le jînda jan û êşî pê biřabû
ewînî ew duwane dûr be dûr bû
ke dîwarî qełay mîrî sinûr bû
sinûr û şûrew û taman û perjîn
le tamezroy ewînê tał deken jîn
qeła sext û ḧeremxane piřawpiř
derk gałedraw û derkewan diř
meger bałdar beser koşka fiřîba
meger lêmişt diłî şûrey diřîba
meger řojêkî bezmî baye xûnkar
kuřîşyan birdibaye lê bida tar
le dirzî perde dîbay bejnî yarî
le sîḧrî têpeřandiba sozî tarî
***
zeman řabird, pitir bû hestî dostî
bełê heste ke mîr nayen derostî
le dewrî hestî kes nakêşrê şûre
xeyałîş şarezay piştî sinûre
***
herasan bû kiçî mîrî be carê
gutî: «besyetî ba řaspêrme yarê»
jinêkî řasparde kin hunermend
«îtir ew bê beşî û sûtane ta çend?!
xemî dûrî nexoyn, herçî debê, bê!
deba bê û biřoyn, herçî debê, bê!
weřz bûm lew jyan û pinc û more
be azadî bijîm tawêkî zore
hemû zêř û cil û noşîn û xwardin
fîday tawê degeł ew řabwardin
heta key meynetî dûrî biçêjîn!
heta key bûkî awatman binêjîn!
heta kengê xeyał bigrîne baweş!
bilerzênê miçuřkî bê beşî leş!
heta key ew nebînim têr be çawan!
leser min daxrabê derkî bawan!
heta key daxrê sîng û berûy min!
heta key neşkê tase û arezûy min!
deba bê û řû bikeyne dûr wiłatan!
necatim da le nêw şûre û qełatan!
eger merde, be cerge, pake, serbaz,
deba bê û min bika lew bende derbaz!
niza û pařanewe û giryan û nałe
çi sûdêkî heye, nûştey betałe
nebê bakî le xwêřîy dîwexanan
be pyawan dêneder gewher le kanan
be zor bişkê debê derkî qełaye
dena ew derke bo kê awełaye»
***
ewey bîst lawo geşkey girt le tawan
gutî: «amade û sazim be çawan
diłim nawê nebê qurbanî nazî
serim nawê nebête berdebazî
ewa boy awełaye baweşî min
bese bo min ke ew bête beşî min
le řêy ewda bext kem ger jyanim
be serberzî û be şanazîy dezanim
le pênawî ewa ger biçme ser dar
le jêr pêmda debînim mezin û serdar»
***
şewezengê be zebrî zêř û bertîl
kirawe derkî zîndan bo kiçî dîl
kiçe gořyewe koşk û tac û textî
degeł azadî û azar û sextî
be cût řoyîn degeł yarî wefadar
berew mułkî ewîn û jînî sakar
sinûryan hełbiward û çûne şarê
lewêş fermanřewa bû nabekarê
lewêş mîrêkî załim karbedes bû
lewêş bê çawwiřûyek darbedes bû
lewêş zîndan û bendîxane piř bûn
gizîr û pasewan şwên gêř û diř bûn
lewêş her serbizêwî basî ser bû
lewêş dinya be keyfî bê huner bû
lewêş napyawî bazařî germ bû
lewêş baw bawî pyawî bê şerim bû
lewêş pîske û dirozin karî baş bû
lewêş merdayetî û pakî le paş bû
kuř û kîjî lebarî pakî sakar
le řêy jîna lewê bûne kirêkar
le bo nanêk û bo yek toze pêxor
yekêkyan bû be pałe û yek be cilşor
egerçî zor giran bû ew jyane
bełam keyfî hebû bezmî şewane
be řoj aware bo pêxor û nanî
be şew destemlan bûn ta beyanî
leşî nask ke azarî debînî
ziman deygut jyan çend nazenînî!
le dinyada nebînra noşî bê nêş
kesêk xoşîy dewê ḧazir bê bo êş
***
emîryan kird ke lew kare xeberdar
be xoy dada wekû wirçî birîndar
be řiqda çû be naheq xwênî řiştin
gizîr û derkewanî girt û kuştin
hemîşe deygut: «ey ew abřûçûne
şitî wa neybuwe wêne û nimûne
kiçî min bê be cûtî bore pyawê,
dekujrê, xoy le małî kabe bawê!
debê min çon bijîm û çon bimênim!
lenêw hawşanî xomda ser hełênim!
kiçî min hełgirin, wełłahî cwane!
kiçî min bo kiçî gawan û şwane!?
lenêw miskênî xom debme piłîte
nekujim ew hetîwe û em sełîte
neyanhêłim debê lew serzemîne
le şanim dadiřim ew pîne şîne
wekarxem destełat û hêzî zorim
be xwênê ew pełe û nenge weşorim»
***
be řêy kirdin gelê şeytan û şofar
heta bîken le ḧałî wan xeberdar
tûley şwêngêřî berdane mił û mo
wekar kewtin le řawêçke û le babo
çi napyawin ewaney sûdperistin
dijî xawen diłî şeyda dewestin
çi sipłen ew seganey gurgemêşin
kelak bo gurgî birsî řadekêşin
***
geřan şofarekan qujbin be qujbin
wiłatyan da seraser seng û sûjin
geřan şar û geřan dêhat û hobe
hemûyan pişkinî nobe be nobe
geřan kêw û çya û eşkewt û zendoł
geřan kadên û kendû û axuř û hoł
seruşwênyan nebû peyda le hîç kwê
kesê neydîbû dû şeyda le hîç kwê
be mîryan řageyand wek řoje řewşen:
ke «lêre nîn, peřandûyane kewşen»
gutî: «pêtan dedem emcare ferman
biçin bo wiłatî dûr û dewruberman
biřon û řamewestin, hîç metirsin
hewałî ew duwanem bo bipirsin
le her kwêye hebin byandoznewe bom
wekû tajîy bekar byanqoznewe bom
«dedem pare û xełatî baş be êwe
ke bom derdes ken ew dû serbizêwe
le ban hewran bijîn ya textî beḧran
le dawyan xen be fêł û fend û mekiran
gutûyane ke xizmetkarî çakî
debê wek dał bikey bonî kelakî
le êwe kar û têkoşan, le min mał
detanhařim beseryana nebin zał»
***
qełay mîran bedes nakes denexşê
ke «dar horey le xoy bê zû deqełşê»
eger zêř û diraw dewrî nebûba
bilûrî jîn debû ẍewrî nebûba
eger pare nebûba bîrubřiwa
debû załim le kwê wa destî biřwa?
eger xwêřî neka mîllet firoşî
le xoy nabînê załim xêr û xoşî
eger espî ẍerez nawê qełembaz
bigate cêy wezîrê řenge serbaz
ke fîl û řux nekewne kilkesûte
melîk mate be destî pyade řûte
be min ew hêrş û zebir û zułim û zore
beşî zorî gunahî miftexore
***
biławbûn xêłî şofaranî bê ’ar
ledway dû aşqî lawî fîdakar
geřan şar û wiłatî dûr û nêzîk
duwan be zimanî furs û turk û tacîk
yekêk buwe margir û yek bû be derwêş
yekêk buwe ḧafiz û yek bû be deskêş
yekêk buwe lotî û yek bû be çaweş
yekêk buwe swałker û yek bû be cakeş
xeyaban û şeqam û řêgeyan girt
hemû cêyan tenî, gişt cêgeyan girt
kiç û kuř bê xeber lew toře dawe
xerîkî karî xoyan bûn le lawe
egerçî řût û pêxwas bûn û birsî
bełam kem kem neyanmabû metirsî
be serbestî jyanî ser ḧesîrî
be qurbanî bê text û bextî mîrî
çi xoşe serbiłindî û bê nyazî
be azadî bixoy nan û pyazî!
dełên yarê gutî carê be yarî:
«geřîdey şarezay zor gund û şarî
le hemuwan xoştir û cwantir çi cêye?»
gutî: «ew cêye xoşe yarî lêye»
ke dił xoş bû diło ba derbika dest
şeket bê ba leş û asûde bê hest
desêk bikirê be şew le milî nîgarê
be řoj mandû bibê ba her le karê
des û pencêk ke bukşê cûte memkê
cemam nabê be karê takû neşkê
ke lêw bimjê şewane lêwî diłdar
beře! kêşanî řojê nagrê bar
ke şew têr maç û mûç û gaze kułme
çibû sûtaw û tawangaze kułme
kesêkî çêjî azadî biçêjê
lewey bakî nîye areq biřêjê
be bê řayex şewê asûde denwê
kirêkarê ke yar piştî bihenwê
bebê pêxef şewê germuguře leş
ke yarî nazenîn bigrê le baweş
ke şew daymałî pencey yarî cwanî
be řoj ba her cidew bê pîl û şanî
ke sozî ’îşqî wan herdem pitir bû
hemû tawêkî ’umrêkî xidir bû
***
lenêw şofarekanda xwaceyek bû
’eceb zyanî xuro û pîre seyek bû
emîr bo pasî nêw małî kiřîbû
nimûney pyaw xirapî û dem şiřî bû
ke xoy bê beş le xoşîy jîn kirabû
hemû derkî humêdî daxrabû
ke şewqî ’îşq û diłdarîy nedîbû
ke germîy baweşî yarî nedîbû
ke zîbik û ẍîretî mêrîy nedîbû
ke xoşîy pyawetî û nêrîy nedîbû
***
derûnî piř girîmane û ḧesed bû
heta ḧez key bexîl û şûm û bed bû
ke kuştî pyawetîy ew destî tawan
heqî xoy bû řiqî zor bê le pyawan
ke wek yek bûn jin û gaşe lekin ew
nebû bakî bida azarî jin ew
çilon biřwa eken însanî bê beş
nebê bê řeḧim û bê însaf û diłřeş
ke însanêk wekû ḧeywan xesîbê
nîye seyr ger nimûney nakesî bê
be emrî mîr ewîş xoy kirde swałker
geřa şar û wiłatan emser, ewser
heta řojêkî xwacey diłřeqî pîr
le małêk dûr be dûr nasî kiçî mîr
temaşay kird cilubergî diřawe
ser û potřakî ałoz û biławe
berokî awełaye, sîngî řûte
serî ew kułme naskey tawesûte
hełî małîwe ta anîşkî bo kuł
deřêjê areqe zenguł be zenguł
keçî şadîy le nêw çawan debarê
kiçî mîre û şerim naka le karê
serî sûřma bû ew kabra nezane
çilon gořawe em dewr û zemane
«temaşay em jyan û řê û şwêne
řesen zade û kuł û espon û swêne
bedûy kara geřan kûçe be kûçe
le bo xatûnî wa tawan û sûçe
be şîr û şekirî perwerdekirawe
le koşk û serserayanda jyawe
hemîşe xawenî koyle û kenîz bû
cilubergî heta ḧez key temîz bû
ewî destûrî daba cêbecê bû
le xoy zyatir le jûrî koşkê kê bû!
deyankird baweşênî em ber, ew ber
lebin sêber kiçî neşmîlî esmer
keçî êsta leber sûre hetawê
peřo şorî deka bo nan û awê
meger bawkî pekî kewtuwe le tałan
ke ew êsta deka cil şorîy małan
debê xwardibêtî mêşkî gwêdrêjê
dena bo nanî çon areq deřêjê
ewî bo ew kira, bo kê kirawe?
be xway wadyare nûştey lê kirawe»
***
ewende teske bîrî gende pyawan
deken ferqî kiçî mîran û gawan
dełên: kengir û qumaş nabin be wêłdaş
qisey kewne pyawane û qisey baş
deselmênin be pyawî gewc û sade
ke: swar her sware, pyadeş her pyade
kiçî mîran debê lîran wexo xen
kiçî gawan debê pûşkan weko ken
kiçî mîrî debê xoşî bibînê
kiçî şwanî biçête nan çinînê
***
kiçî mîrî debînî baş û efsûs
kiçî mîr neydebînî pîre casûs
demew êware řizgar bû le karî
geřawe ca berew amêzî yarî
bełam casûsî pestî şûmî napyaw
bedway ewda deçû hengaw be hengaw
temaşay kird ke lawêkî quřawî
le řêgayey biřîwe sîle çawî
ke yarî derkewt bê tirs û parêz
berew pîrî fiřî girtî le amêz
le hîç kwê day nena ta birdye jûr
îtir řûy kirde em jûre xuday nûr
***
hełî na cêy ewan û wek kiřêwe
le laqanî werêna her lewêwe
tirextan û řikêfkut kewte řêye
le xełkî waye «kabra awrî pêye»
le swêy mał û dirawî bałî girtibû
xeyałî mułk û maş û małî girtibû
hemîşe waye karî pyawî namerd
ke sûdî xoy deka tenya berawerd
le xoy řazî bika ew mîrî xwênxor
derûnî aşqan ba bênê nasor
xełk tûşî bełaye bê cehennem
ke ew gîrî kewê dînar û dirhem
hetîw bar sûk nebê ba barî qursî
neyête xwar cenabî ew le kursî
be kuçkêwe bida cergî jinî pîr
heta çengî le cêgayek bibê gîr
bewî çî çîy beser dê pyawî bê kes
ke ew parey dewê û parey dewê û bes
be wî çî małî xełkî bê xudan bê
ke małe cwanekey ew awedan bê
be kuştin da xełk ordû be ordû
pekî pê nakewê wîcdanî mirdû
***
betałûke geyşte derkî mîrî
be gurcî xoy geyande kin gizîrî
gutî: «zeḧmet nebê pêy řageyênî
heme ’erzêk û ’erzêkî nihênî
giringe ’erzekem, řazêke řeng bê
heta zûtir xeberdar bê direng bê»
***
ewendey pê neçû birdyane kin mîr
gutî: «ey mîrî xawen řaw û tegbîr
le zyadî bê hemîşe bext û hatit
pitir bê û her pitir bê destełatit
be cêm hênawe erkî bendegîy xom
temałim dîtewe, min nokerî tom
le sayey towe xayn bîndirawe
çîye fermanî gewrem, wextî řawe»
îtir namerde paşewpaş kişawe
le xoşîyan řeng û řûy mîrî geşawe
heray kird: «kê lewêye bête jûrê»
be carê dawerîn çend zirtesûrê
gutî: «êwe ke xizmetkarî xasin
hemû ew nokere başem binasin
biken êsta serapa zêř weşanî
xełatî gewreyî daden beşanî»
***
wekoy kirdin le paşan gewre gewre
hemû destewnezer westan be dewre
çi gewre gewre? bende û gwê le mist bûn
berew řûy ew tewaw bêdeng û hest bûn
qisepan û řezagran û deẍełkar
dirozin, dûzman, petyare, bê ’ar
begij xełka deçûn wek neřře dêwî
ke ew dyar ba debûne dêłe řêwî
ke ew deygut: «erê çibkeyn beyanî?»
deyangut: «gewreman bo xot dezanî»
gutî: «ey gewre gewrey baregay min
biłên êsta çîye tegbîr û řay min?
dełên ew dû kesey lêre hełatûn
le patextî wiłatê nîştecê bûn
ke dostî xome mîrî ew wiłate
emîrêkî be zîbik û destełate
dełêm çend kes le êwe hełbijêrim
biçin, sewqat û dyarîy bo binêrim
be name lêy bixiwazim řanewestê
des û pêy ew dwanem bo bibestê
be řêyan katewe bo derkî ême
min amadem ewîş ger karî pême»
gutyan: «seddeq! qisey mîrî tewawe»
gutî: «îtir qisem pêtan nemawe»
***
şewêkî řeş wekû bextî esîran
wekû dwařojî zordar û emîran
ne mang dyarbû ne estêrey geş û cwan
tirûskey lê biřabû agirî şwan
derûnî pyawxirapane şewezeng
ke daxnirê be buẍiz û kînew û jeng
be řwałet kiş, bełam piř karesate
hezaran řazî têda gerçî mate
le koşk û girtûxaney derkebeste
yekêk meste, hezaran zar û xeste
le laye law dirawne ber şikence
le lay dîke semaye û lar û lence
le kuncê bêwejin degrî û denałê
le koşkê badegêře çaw kejałê
le sûçê bab le swêy řołey desûtê
le qesrêkî deřeqsê nîweřûtê
kiçî bê beş le jûrê eşkî desřê
kuřî aẍaş be pare cwanê dekřê
hetîwî birsî çiłmî hełdelûşê
kuřî şêx areqî nabřê le şûşê
lelaye çareřeş kewtuwe le kołan
lelaye pare beş dekirê be kołan
lelaye camî bade piř kirawe
lelaye darî î’dam hełxirawe
bełê řaste qełay mêrane şewgar
bełam têyda wine tawanî bedkar
***
kiç û kuř nûstibûn bê xem le keprê
neyanzanî ke daroẍe deyangirê
le kwê diłdarî pakî çakî sakar
dezanê fêł û mekirî pyawî zordar
le çîn bê ya le maçîn bê dyare
ke aẍa dujminî çînî hejare
le lay xoyan heyane ẍîret û řeg
leher şwênê hebin tuxmî derebeg
le çîn kîjî emîrê hełbigîrê
le maçîn kesrî şane bo emîrê
le mîran her kesêkî diłnya bê
le jîna tûşî xêr û xoşî nabê
neyanzanî ewey êreş emîre
xerîkî řaw û řût û řeş bigîre
heta lêyan wejûr kewtin yesawił
le xewda swarî sîngyan bûn nexafił
neyanhêşt řapeřn, bibzûn, hełsitin
des û pêyan be çołepêçe bestin
ke dwayî hat lewê xanebgîrî
be řêyan kirdinewe bo derkî mîrî
***
beyan engût û sofî take take
gutyan hestîn biçîne nwêjê, çake
biłînd bû bangiderî kwêrî xewałû
gutî: «bangî beyanî direnge ya zû
«debê zû bim hetakû nebřê nanim
«be bê destinwêj bidem bangî beyanim»
le darkêşî wejan kabanî nwêjker
gutî: «kabra deheste cil bike ber
ke barit zû nekey bot nafroşê
we destit nakewê pare û quroşê
kemî mawe lebo cêjnî beratê
kirasî nwê nîye bo şanî fatê»
jinî pałe gutî: «heste bese xew
xirabî bo nenûstî, fîle, emşew
pelet bê zû bike karê û bizane
mela fermûy kunî řojî beyane»
beřet birdin geyşte jûrê aẍa
tixêł bû ca lenêw bendî wetaẍa
gutî: «xanim bişêle pê û destim
direng hatûmewe, wa dyare mestim»
cenabî şêx be xêzanî defermû:
«hetîwêkî binêre xaneqa zû
biłê şêx nwêjî kird û nûstewe boy
xelîfe nwêjî bo xełkî bika xoy»
xelîfe pê kenî û zanî çi base
gutî: «bawkim be qurbanî bê, xase»
wiłat řûn bû, kitêbî destî dana
xerîk bû taze binwê lawî zana
ke daykî kirdye hawar û firyad
be xoyda da, gutî: «ey dad û bêdad!
çibû tawanî em cûte feqîre
ke wayan lê bika em gurge pîre
ewe kar bû ke kirdî em yekane
pejarey xiste şarî bem beyane
be qurbanit debim bînayî çawan
qubûłî bo dekey to sûç û tawan
xudaya bes bide destî emîrî
xerape, bedfeře, bo xot xebîrî
heta kengê dedey to bext û hatî
dezanî çend diře, neḧlet le zatî!»
gutî: «daye! çîye em bołe bołe»?
gutî: «heste, sełam lê řabû, řołe!
emîr emřo ledarî dan be cûte
kiçołey xoy û ew xoş xwane řûte
le şarî kewtuwe hawar û giryan
diłî gewre û piçûkan bote biryan»
ewey gut kewtewe ah û nizûle:
«xudaya çend bede em mîre xûle!
diłî kû hat bikujê em gułane!
le yektir ka be naheq em diłane!
xuday gewre! be des xote hemû kar
leserman la bere bê dadîy xûnkar
leser diłdarî nolawan dekûjê!
kuř û kîjan lepêş çawan dekûjê!»
gutî: «pařanewe bê kełke, daye!
nuzûle qet deřostî zułmî naye
nezane takû xełkî em wiłate
be des mîranewe em destełate
de’ajon, řadeden ta bilwê boyan
hemû karê deken bo sûdî xoyan
biparêzin heta em mułk û małe
weber pêyan deden miskên û pałe
ewan pêyan biřê deskewt û qazanc!
be quř gîrê deba sed małe kirmanc!
jin û pyaw û kuř û kîjan dekûjin
qise tund û qełem tîjan dekûjin
heta xełkî le yektir wa nebanin
ewan swaryan debin, swarîş dezanin
«heta mîrza ḧîkayet xwanî mîre
mepirse daye lem kuşt û bigîre
heta kîjî hejaran meşkejêne
le małî wan heye em bêne bêne
hetakû hêzî em xełke necûłê
hezar pařanewet daye be pûlê»
ke jin zanî ewîş însane wek mêr
meřî mîrî îtir nayête ser bêr
ke wiryabûnewe pałe û kirêkar
deşêwê małî mîr û mezin û xûnkar
ke mîrza bû be řoşnibîrî taze
ḧukim naka leserman mîrî taze
hezar řeḧmet le gořî bê kiçî mîr
qisêkî kird ke pende bo kuřî jîr
«be zor bişkê debê derkî qełaye
dena ew derke bo kê awełaye!
xebat řizgar deka koyle û esîran
le naxê řadeka mezin û emîran
be efsaney dezanin sûřî dewran
ẍułam û wirkexorî derkî gewran
bełam dewran debê řojê bida sûř
leber gewran nebê piştî xełk kûř
ke gopałî xełk derhat le xîzî
îtir namênê mîrî gewre fîzî»