’îşq û azadî

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  11768 views
egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir
ke wa emşew serî hełda le naxmida xemêkî tir
le bade em jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw
be çî dyare ke deybînim şewêkî tir, jemêkî tir!
ewende derdedar û bêperistarim ke pêm waye:
leser kêkî temen hełnakirê taze şemêkî tir
gelêkim řojgarî tał û şîrîn řabward, axo
merg mewda deda dîsan bibînim serdemêkî tir!
geyştime ser tiropkî arezû řojê, keçî řwanîm:
le pêşmidaye zerd û mah û sext û estemêkî tir
heta çarşêw beser towe debînim nazenînî kurd
beser bîbîlekey çawî mina dekşê temêkî tir
nema «xanîPerson» heta çîřokî ’îşqî ême dařêjê
dena hêşta le kurdistan dejîn «zîn û mem»êkî tir
pepûley xoşewîstîy min le şwênê nagrê aram
denîşê û bałî debzêwê leser sîne û memêkî tir
hezar hênde perêşan û syaçare bijîm hêşta
lenêw diłda heme awatî xał û perçemêkî tir
hetakû dwapşû řêbwarî řêgay ’îşq û azadîm
eger bêcge le nakamîş nebînim berhemêkî tir
ke firmêskim leser řuxsarî kîjî diłişkaw bînî,
gutim: yaxwa leser sûrguł nebînim şewnimêkî tir
şewêkî çawenwařit bûm, nehatî gyanekem, wîstit
minî dił naskî şa’îr bigêřim matemêkî tir
xidir nîm bo temen şêt bim be kanîy jînêda nûsêm
ewendem jîn dewê ta dem denême nêw demêkî tir
be to çarey çilon dekirê derûnî piř le nasorim
xesarî bo dekey duktorî zana merhemêkî tir
behar û guł, kiç û mangeşew, şî’rî teř û bade
lewey zyatir cenabî şêx gerekte ’alemêkî tir