guł û nêrgiz, le dił wa bûne lalût

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  111 views
guł û nêrgiz, le dił wa bûne lalût
diłîş wek canewer, lem lane nebzût
demî qûçand û, xunçeş her xemî xward
ke bulbul hełfiřî, ca lêwî pişkût
lenaw şarî cwanan, germe bazař
be diłsûtaw û sewday kifin û tabût
leser popî dirextî şaxî kurdan
heławesran, hezar hařût û mařût
ke řoj lûtî le lutkey kêwekan da
be řûzerdî hełat û, pêy hełengût
meces karî nema, arî le kwê mird?!
hetîwî wa kirawin pût û peřpût!
ebê kê bê, řeqîbî em hejare?
kemendîkey, be hêzî dest û bazût
eger diłber tebayî ka, legeł dił
eken her leşkirî piř çek, be nabût
ne řoj heł ka çiray çawî ḧesûdan
ne şew bigrê penay dûřûy edeb, řût
çi eşkewtêke min têyda sitar bim?!
çi bextêke legeł yarim bibim cût?!
be yekcarî le hîwa beş biřaw bûm
ke xałêkî xyanet kewte ser řût
ke to bêgane destî lê weşandî
emin şêt bûm û destî xom le to şût
bese jîkoPen name, le her core xeyatî
xebatit her cwan kird û cilî sût!