lem baẍî binaguşe, minî dîwe gwaret

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  112 views
lem baẍî binaguşe, minî dîwe gwaret
bem şewqe, le sed bêkesî pirsîwe gwaret
basî sirotin nakem û hatûme kenarit
wek lale, ke lew cennete xemłîwe gwaret
’eksêke le dił kewtuwe, pêçawye cîsmî
cîsmêke, we ya nîwe diłe, nîwe gwaret?
her çende ciger kunkunî mujganî be xwênim
sed daẍî minî bêkesî poşîwe gwaret
sed gencî zeř û zîwî «suleyman»yî û «qařûn»
îmřoke be yek pîseyî nekřîwe gwaret
bem řenge, ke hemřenge direwşanî be herla
qedrî cigerî bulbulî nasîwe gwaret
dił ser nezerî ’îşqe, demê çûye temaşa
nabînî? heway perçemî gořîwe gwaret
beh beh, çi ’eceb, têkełe neş’ey guł û nesrîn!
hełbet, çemenî cennetî honîwe gwaret
bem tîşeyî efkare, be sed mesqelî ełmas
řacîPen name, be gelê sûretî taşîwe gwaret!