gyanim be fîday çawî řeş û tîr û kewanit

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  117 views
gyanim be fîday çawî řeş û tîr û kewanit
małim sedeqey lêwî guł û serwî řewanit
bo nîw nezerî xoşîy û, yek lenceyî bałat
herçî heme bertîlî dem û lêwî cwanit
çawim le temaşay hemû kes, gurc enûsê
bêcge le qed û lenceyî diłsoz û hejanit
dił tenge wekû xunçe ke qûçawe le dûrît
wek xende epşikiwê, be heway çaw û mujanit
bom piř ke pyałey dem û lêw, takû binoşim
axîr nefesî mergime, dûr bê le gyanit
nextê were baweşim û, kenarim bike gułzar
cennetme geyştin be to, swêndim be jyanit
herçende diłim řa’eguşin penceyî zîwîn
zêde le xeyałim, xem û xwên dêne xwanit
herçî heme herzan û be tałanî ebey to
bê zêř û zeber çîme le bazařî giranit?!
her řoje be corê diłî xom dayewe, xoş bûm
bew baweş û maçane û neş’ey şewekanit
hênd naskî, etwêyewe wêney ’ereq û qend
çend diłbere sîng û memeke û bergî ketanit
xořayî nîye soz û geşe û xendeyî jîkoPen name
ey kurde le řêy gułşenî řûy memleketanit