danîştûy meḧzun bûm, sułtanî xeyałit hat

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  114 views
danîştûy meḧzun bûm, sułtanî xeyałit hat
hatîf be newa fermûy: heste ser û małit hat
cêjnî řemezan řoyî, min zar û be řojû bûm
ey dił gile bişkêne, hengamî wîsałit hat
têkoşe le meynoşî, ser derke be mestane
wa payzî hîcran çû, baẍatî cemałit hat
newrozî xet û xałit, baxî îremî engawit
şeddadî te’essuf çû, teşrîfî celalit hat
em meykede ta ser bê, yařeb le xirapî dûr
saqî were aẍûşim, wa ḧukmî ḧełałit hat
mesrûre hemû ’alem, lem piřtewî kułmanet
mexmûre diłî ’alem, wextê meyî ałit hat
teḧrîkî meden sofî! ba ḧîle neka yarim
řacîPen name meke tengane, wa zewq û mecalit hat