bałq û famîde bûm, nasîwme destî řast û çep

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  127 views
bałq û famîde bûm, nasîwme destî řast û çep
lêm geřên řêy xom ezanim, baş û bê şabaş û gep
her kesê bîrêkî naşt û xoy le xełkî şardewe
bê çira eydozmewe řengî dizan û çewt û tep
çon qełew bê gîskekey xałe heyasî gurge tirs?!
çon ebê dûřû řehayî bê, le daw û qîruqep?!
bazûyî merg û hejarî, hênde piř hêze û dirêj
çolekey dił der’ehênê, lem kun û lew kun be lep
ehlî dił, biřwanne atom û eksî mang û xor
şareza bin karî westay bê çek û bê toz û tep
xawenî bîr û ziman û nîştiman û yane nîn?!
ême wa bo meşkejêney xełke bûyne lorelep!
ew zewî xoy cût eka, bew hêz û baw û agire
ême her mandû ebîn, bem gasin û hewcař û hep
negbetî em baweře, xistimîye ber darî fena
řayełe û dwakewtinim, girtimîye koşî şap û şep
besye jîkoPen name wênebazî û tewn û bazařî qumar
zewtî kirdûy fêłî sûrî çawzeqî mil qît û řep!