zamî sextim kirdimî atacî nazan û tebîb

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  125 views
zamî sextim kirdimî atacî nazan û tebîb
çaweřêy derçûne dił, lem xestexane wek ẍerîb
ger ser û małim bidem, sa cêgeyek peyda ekem
heł bidem beydaẍî saẍî kurdî bê sebir û şekîb
ta le jêr barî xułamîy, şanî hêzim daxzê
nageme awatî berzî hozî deskarî řeqîb
şahîdî zorin wiłatî min le çaxî nûḧewe
şay wiłatane, ke ’alem hewł eda bîda ferîb
çunke nembirjandewe, em zame konem hełweşa
řengî naşorêtewe, her cêge qetrey bê nesîb
min nebim, em ka’înate giştî řêkkewtû ebê
şeř leser şwênî mine, piř ken lewî, gîrfan û cîb
em hemû mîrate cêhêşrawe bo řołanî kurd
wa buwe eytam û kewte benk û bazařî ’ecîb
boçî tîmarim neka, em gya û gołey newbehar?
boç kej û kêwim negate asmanî piř le zîb?
’adetî řojane şah û dewłemen bikirên hejar
hozekey toş dête jîn lem pêçe jîkoPen name, ’en qerîb