têkeł be xakim ekem, firmêskî hîwa tełeb

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  108 views
têkeł be xakim ekem, firmêskî hîwa tełeb
ta sewz û sûr û şîn ka, gułîş bipşikun cełeb
řeḧmet bibarê beser bax û řez û mêrxuzar
dunya direwş bixate hemû la be řoj û şeb
çaw hełbiřê gel hemû, be lêwî piř pêkenîn
qapîy le xoy dabxa, xezênedarî ẍezeb
xêwet be xêwet biřon, lîjen be lîjen biken
mebest kardirustî bê, leřêy perwerde û edeb
kes nalebarî newê, kes naheqî her neka
her kes řewa ka be xoy, řewştî şîrîn mezeb
çend xoşe bê pirsyar, bidey hemû kes wełam
legeł nîgaran kewî, dûre beła û nekeb
herçî buwe bê řeza, nebê le xełkî qeza
çewt û çewêř řast ebin, guł dêne ser zar û leb
herçî qisey lê bikey, be nîsbetêk têkeław
bibře řegî naḧezî, le deng û řeng û neseb
beheştî kêwan wekû zemanî zerdeşteket
bijyênewe bo gelit, henar û sêw û ’eneb
xawên bişowe diłit, bigêře kar û mişûr
wekû «sikender» biřo, sebeb bixe dway sebeb
ke hêzî baweř hebê, boçîte atom û top?
beşer ke zoł derneçê, her xoy ebê muntexeb
seba begurcî were, biław kewe bonî xoş
be to geş ebêtewe, baxatî kurd û ’ereb
ger etewê serkewî, dest ke be gîrfanta
bexêw ke řût û hejar, lenawbe lome û leqeb
jîkoPen name le çawî diłan, cê leq buwe çawekem
çunke kuławe le heq, diřawe girtûye teb!