mujet daym be xûnî dił edey tab

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  122 views
mujet daym be xûnî dił edey tab
be tîrê emxeye sed gêj û gerdab
nema řengî řuwanim, ey nezerbaz
îtir nabim le hîcranî to şadab
ke kakołit elerzênî be hîwa
diłim dênête řûxan tawî sîmab
wekû to nebuwe esłen dił firîbê
be sîḧir û fîtneyî û tertîb û adab
eger negirim be damênî to, destim
çilon desgîre bo řêy wesił esbab ?!
mepirse qet le ḧałî cerg û diłman
ke lêt gîrkirdûn sed şîş û qullab
çi hełbigrê xuda lem çawe kałe
ke řacîPen name da be fêł û cewr û dulab!