gułřengî řuxt řengî be sed zuhre û meh da

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  116 views
gułřengî řuxt řengî be sed zuhre û meh da
xunçey lebeket le’lî be gencîneyî şeh da
muştaqî qed û qametî ew yare dyarem
’umir û ser û małî minî, yek def’e tebeh da
ew řawkerî çawit, be kewanî qefî ebrot
sed mamzî torawî, be ber çîn û supeh da
xatûne, be çend nazewe hatote temaşa
wa penceyî zîwînî, leser çawî syeh da
her cê ke eçê, her dił ebarê be nîsarî
her kes hebû wa ’eqłî be qanûnî sefeh da
piř zam û birîn, bêdił û sergeştem û bêřeng
ta diłberekem cîlwe be gułzarî nîgeh da
řacîPen name, meke to basî meh û zuhre û keywan
pawendî lebî yarim û min çîme le mehda!