xûyî wîm kewte ser û ’îşq be quwet ke dwa

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  107 views
xûyî wîm kewte ser û ’îşq be quwet ke dwa
qołî xom herdû derêna le kiras û le kewa
diłî xom dayewe herçend be desîse û fiř û fêł
aqîbet bazî dû çawî, bexwa xistîye hewa
lawî kurdaneyî min, «dans û pileyîng» naka
şûşeyî piř mezeyî ’îşq legełma exwa
carcare ke beyek ẍemze dû çaw heł’ebřê
meqnetîsêke, leser ’erdewe emxate sema
hênde lew qapîye exzêm, des û damênî ebim
axîrî, lew deme maçêkim ebînê be řewa
hîç hełnaye beřoj çawim û dił bêhoşe
her wehaş çake, le jêr taqî biroy bim le şewa
kuncî lêwî bigre û, řacîPen name le meyxane meřo
bîmje badeyî dem, bo hemû derdêke dewa