turk û ’ereb û hînd û ḧebeş, çûne temenna

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  117 views
turk û ’ereb û hînd û ḧebeş, çûne temenna
çîn û yemen û mekke piřn nûrî tecella
ta ḧaşyeyî zułfî, leser řûpeřî řû bê
dinya le nezer ḧellî řimuzî, ’edem asa
cîlweyî řeḧme, serçaweyî enwarî îlahî
xendey demî newbadeyî bustanî temaşa
hełqey serî zułfî, be heway sozşî ’alem
westawe leser gerdenî, wek laleyî beyza
şem’êke řuxî, bo şewî xem heł buwe êsta
perwane be řûy şu’leyî ew şem’ewe sûta
xałanî wekû leşkirî zengîy, be firîbim
wa merkezîyan nawete ser taqî musella
řacîPen name mede tane, le dû çawî bełekî yar
ew meste, eto bêdił û dêwaneyî seḧra!