be temay sîmberê mirdim û hêndem hełe ka

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  119 views
be temay sîmberê mirdim û hêndem hełe ka
her xerîke diłî em xełke be tûşî tełe ka
çawe çawî eweme, carê be bałay şa bim
lêwî wişkim be teřî, mestî řuxî bê pełe ka
nûrî dîdem ke le zaxawî xewî perçem bê
řaste perwerde ebê gyan le dû çawî bełeka!
pêşřewî yarîye, bezmî gułe, yar hate wefa
her kesê ’aşiq û serxoşe, biłên komełe ka
herçî şêx û welîye û lafî keramet lêda
serî bukte wekû mar, bîgre le kuçk û kełeka
tembełî xurd û xewe, herçî le hozî waze
her ebê karî bed û xoy ker û bê ḧewsełe ka
diłî řacîPen name ke xełûzî řeş û bê sozî gele
diłberî meylî nîye, taze be kê teşqełe ka?!