ta wa bigeřên dujminî biřwa, le ’êraqa

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  137 views
ta wa bigeřên dujminî biřwa, le ’êraqa
wexte biteqim, derbiçê gyanim le meraqa
wazî nîye derwêşî dirozin, le diro û swênd
wek diz le dizî û, merdimî bê jin le tełaqa
yek dê be «byaPersian», yek be «te’alArabic», êkê be «kem hêr»
yek «gêlTurkish»e le gêlxaneyî sawux û sucaqa
ger pîre, eger gence, eger şêxe, eger bêg
nemdîwe, bira! yek serî řastî le şitaqa
kê bêt û biłê? kake were û, kake binoşe
yek dewre lebî badeyî şîrîn, le mezaqa
kun kun bû henaw û, cigere letletî xakim
kêşawme serî řêge be ser, nek le dû laqa
her kurde lenaw kaw û çya, pûş û gyaxor
her xełke leser sifre, lenaw koşk û taqa
ey diłberî nask bedenî kurdî qelender
giryanî be kuł bo min û, toş, xende be qaqa
řacîPen name, etewê ḧałî weten êste bizanî!
pûşêke be řûy bařeş û, teyrêke le faqaAbjad Numerals: 1947