kemançe û şew

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  536 views
’eşq xoy kird be kemançe
tenyayîy hat hełîgirt û
şew direngan nay be jêrçeney xoyewe
ewsa îtir hêndey lêda û hêndey lêda
hetakû şew janî girt û
kazîwey bû
hêndey lêda û hêndey lêda
hetakû jê diłop diłop
awî şî’rî řengawřeng û
awî xewnî řûnî derda!