řoḧêkî nisirim

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  475 views
ger «řuxsarit» lêre bwaye
řeng bû namoyî ewende
afretêkî girjumon û qij jakaw û
řeng xołemêşî nebwaye û
lewane bû beyanîyek
demuçawî samałêkî tê kewtaye.
eger «dengit» lêre bwaye
řeng bû tenyayî ewende
’aşiqêkî laterîk û řojnameyekî bêdengî
sûçî em qawexaneye û
cigerekanî lalêwî řomanêk û
hewayekî kip nebwaye û
lewane bû, nîweřoyek
lere û semay sitranêkî tê kewtaye
eger «leşt» lêre bwaye
řeng bû cestem wekû êste
befrî em qutbe nebwaye
yaxud nisêy çirpay naw em jûre û
benderêkî sardusřî çoł nebwaye û
lewane bû eger to lêre bûytaye
le şewêkda ber piřîşkî
berde’estêy memkekanit bikewtaye û
kiłpeyekî bikirdaye
eger to lêre bûytaye!