berew aso

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  7255 views
sofîy goşey xaneqa bûm, êste pîrî meykedem
zahîdî xełwetnişîn bûm, êste mest û meyzedem
serwî azadîş lebar û diłgeş û berze, bełam
gyanekem! min şêt û şeyday lar û lencey em qedem
cîlweyî cwanî le herçîda hebê xoşim dewê
řojê kuştey mînîjop û řojê gîrodey şedem
her yekey bo xoy decûlênêtewe hestî derûn
zerdepeř, karwankuje, tarîk û řûnî subḧidem
asmanî saw û deryay mend û tarmayî çya
sêwî lasûr û behêy zerd û henarî guł bedem
kê wekû min sard û germî řojgarî çêştuwe?
ga le deştî germesêr û, ga le kwêstanî gedem!
wek şepołî zêy xuřem satê hedadanim nîye
gêj dexom, pêçê dedem, min řołe kurdî em sedem
řêge sext û piř le kend û lend û hełdêre û gewe
her debê bibzûm, debê bikşêm, wiçanî lê nedem
sêberî mergim le pêşdaye û berew menził deřom
naxî gořî tenge cêgam, her til asa bê qedem
min berew aso, berew řûnakî bałim girtuwe
çon berew tarîkî dexşêm, pał weşeytanî dedem!
kanîy řûnim dî belêşawî behar şilwê nebû
befrî gewrem dî çyay girt û betawê bo qedem
jînî kurtim dî piřawpiř bû le şanazî û şeref
’umrî zorim dî ke dwayî hat beřîswayî û nedem
agirî sînem biłêsey dê û wiłat řoşin deka
ew demey xom wek diłopêk deçme nêw deryay ’edem