êwarey payz

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 5 minutes  12802 views
le asoyekî dûre dest
awabû zerdey payzî
detgut bûkêkî bê naze
perde cê dêłê be zîzî
***
pełe hewrêkî çiłkine
girtî sûçêkî asman
gełay zerdî darêk werî
ziryan birdî berew neman
***
cûtêk kotrî ser bekławe
hełkurmawin le swaneyek
dyare lew dewruberane
pêyan şik dê hêlaneyek
***
pasarîy serdarî kołan
fiře û cîkeyan lê biřa
qel fiřî... fiřî... ta win bû
her řûřeşîy xoy pê biřa
***
şepołêk mosîqay besoz
hat û řaburd be bin gwêmda
şwênêkî bo xoy kirdewe
le naxî diłî twê twêmda
***
axir kołî bo birde jûr
barberêkî dirêjî řût
derkî dûkanî gałe da
mam ḧacîw berewmał bizût
***
nazdarêkî çarşêw beser
betenîştimda têpeřî
beẍar hat û tund qîjandî
řûtełeyek be bedfeřî
***
kemêk řawesta ca řaburd
ew lawey cadey depêwa
dyarbû xêsêkî dabûye
ew şoxe le bin çarşêwa
***
kîjêk xoy le jûr kutawe
derkey ḧewşekey pêweda
îtir şwênewarî cwanî
bedî nakem lem nêweda
***
ta tarîkan peyda debê
çoł û çołtir debê cade
ne dête der kîjî lebar
ne řadebrê lawî sade
***
hewa bûlêłe, aw lêłe
guł sîs buwe, geła zerde
tenanet řengî gořawe
em dîwar û dar û berde
***
temaşay her şitê dekem
řengî payzî girtuwe
cwanî xoy lê şardûmewe
dizêwî řîzî girtuwe
***
çawim le asman biřî
diłim hêndey dîke gîra
gelêk bîrewerîy konim
lepiř hatnewe bebîra
***
aram aram beloje loj
ewa berew mał bûmewe
ne kes le pêşmida deřwa
ne kes dyare bedûmewe
***
na na nařom, meley dekem
lenêw deryay mendî xeyał
dahêzaw û řûgirj, tûře
dił piř tase, mêşk betał
***
ax, dîsan řûpeřêk diřa
le řoj ejmêrî temenim!
ax, dîsan şew dahatewe
min herwa dûre wetenim!
***
ax, dîsan çûme jêr bałî
řeşî şewgarî tenyayî!
ax, debê dîsan biçêjim
jehrawî tałî cudayî!
***
ax, dîsan debê řabwêrim
le jûrêkî sard û siřda!
degeł azar destemlan bim
ta beyan le nwênî şiřda!
***
deřom, detirsim, delerzim
le pelamarî motey şew
dad le des em diłey be xem!
way le des em çawey bê xew!
***
deřom ta ser pêkewenêm
degeł zam û derd û êşim
deřom ta şewêkî payz
min şewnxûnî bikêşim
***
dûr qaqayekim gwê lê bû
detgut gullem pêwe denê
çon be êwarey payzîş
î wa heye pê bikenê!
***
xeyałim bibû be wişe
nemzanî kes bedwamewe
dengêkî lerzok û nerim
bespayî cwabî damewe:
***
«bełê hen û yekcar zorin
bazirganî firmêsk û xwên
bełê hen û pê dekenin
be ser be heş, be mil be kwên
***
bełê hen û pê dekenin
be min, be to, be hezaran
be daxî bawik kujrawan
be henîskî hetîwbaran
***
be nezanî, be nexoşî
be tarîkan, be şewezeng
be zincîr, be tenaf, be dar
be girtûxaney teř û teng
***
be bokuřûz be çiře dûkeł
be haław, begiř, be’agir
be tem, be mij, be huře, be dok
be tofanî wiłat dagir
***
be bûmelerze, řeşeba
be sûtman û zyan û zeř
be herçî xirap û şûme
begişt deskirî xway şeř
***
be nałe, be kuł, be giryan
be sîng kutan, beřû řinîn
be bergî řeş, be çawî sûr
be gořxane, bekořî şîn
***
be kelawe, be kundebû
be dîwarî heres hênaw
be dawênî tîtoł tîtoł
be anîşkî pînekiraw
***
be nûke nûkî bêwejin
be hane hanî manduwan
be zîřezîřî mindałan
be nûzey nîwe zînduwan
***
be neře neřî celladan
be qirme qirmî şest tîran
be wîře wîřî qemçîyan
be eşkencey řûnakbîran
***
be çiłkî yexey kirêkar
be kefî ser şanî cûtêr
be peçe û řûbend, be xencer
be yek nebûnî mê û nêr
***
be qełemî bezîwî kul
be zimanî lebnida biřaw
be derkî daxrawî fêrge
be kitêb û defterî diřaw
***
le qamûsî ewaneda
bezeyî manay nemawe
bêzyan le bize hełdestê
wazyan le xwên û zûxawe
***
her diłopî xwênî lawê
bo wan yaqûtêkî sûre
her tikey firmêskî kîjê
bo wan mirwarîy bermûre
***
henasey sardî awaran
koşkî ewan germ deka
leşî řeq û zigî birsî
cê parûyan nerim deka
***
sermayey wan legeřda bê,
ba zor derk bequř gîrê!
dolar le birew nekewê
ba kołewar bê dapîrê!
***
deba xwîn bê û seran berê
çerxî kargeyan bigeřê
pê dekenin, pê dekenin
be biłêsey agirî şeřê»
***
gutim: «kewabû, aşna!
beşî ême lenêw çûne»
gutî: «na, na, dûr binwaře...
dûr binwaře... aso řûne...»