nûsîn
From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
1 minutes
558 views
ew wextey be laskî darmêwê binûsim
hetakû heł’esim
sebetey keẍezim piř buwe le hêşû!
carêkyan be serî bulbulê min nûsîm
ke hestam perdaxî berdemim piř bûbû le cûke.
řojêkyan be bałî pepûle min nûsîm
ke hestam ser mêz û naw taqî pencerem
piř bûbûn, le gułewenewşe
ew katey be pelkî gyay deştî enfal û hełebceyş binûsim
ke hestam ebînim
jûrekem, małekem, şarekem, wiłatim
her hemûy piř buwe
le memkî jinan û le çawî mindał û
le qîje û zirîke!
hetakû heł’esim
sebetey keẍezim piř buwe le hêşû!
carêkyan be serî bulbulê min nûsîm
ke hestam perdaxî berdemim piř bûbû le cûke.
řojêkyan be bałî pepûle min nûsîm
ke hestam ser mêz û naw taqî pencerem
piř bûbûn, le gułewenewşe
ew katey be pelkî gyay deştî enfal û hełebceyş binûsim
ke hestam ebînim
jûrekem, małekem, şarekem, wiłatim
her hemûy piř buwe
le memkî jinan û le çawî mindał û
le qîje û zirîke!