sûtan
«bo zekye alpan»
From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
1 minutes
613 views
darêk sûta, dûkełekey
hełbestêkî giryanawî bo bax nûsî.
ke bax sûta, dûkełekey
çîrokêkî zor ẍemgînî bo şax nûsî.
ke şax sûta, dûkełekey
pexşanêkî firmêskawî bo gund nûsî
ke gund sûta, dûkełekey
şanoyekî tirajîdî bo şar nûsî
le şarîşda jinêk hebû
ke cwanîy dirext û şax û
gund û şarî
lenaw dił û lenaw çaw û le bałada hełgirtibû
wextê ew jineyş xoy sûtan bo azadî
dûkełekey
dastanêkî bê kotayî
bo seranserî wiłatim hemûy nûsî!
hełbestêkî giryanawî bo bax nûsî.
ke bax sûta, dûkełekey
çîrokêkî zor ẍemgînî bo şax nûsî.
ke şax sûta, dûkełekey
pexşanêkî firmêskawî bo gund nûsî
ke gund sûta, dûkełekey
şanoyekî tirajîdî bo şar nûsî
le şarîşda jinêk hebû
ke cwanîy dirext û şax û
gund û şarî
lenaw dił û lenaw çaw û le bałada hełgirtibû
wextê ew jineyş xoy sûtan bo azadî
dûkełekey
dastanêkî bê kotayî
bo seranserî wiłatim hemûy nûsî!