azarêkî qoşme

«bo kemal sabîr»
From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  350 views
emêstake bewêney tîzmałke hewrî dem xorinşîn
řwanînim barîk û zîze û, tenyayîşim
lenaw firmêskêkî řûnda, binarêk xemistane
bo hełqułîn
kemal sabîr!
ey bedbextî le yek dewrî berdewmda heta mirdin!
ey pêkenînî dûkeł û gałte û gepî xemî qoşme,
hêşûy nuktey hełwerîw û komîdyay tirajîdî û
kołewjî dem bexendey tendûrekey nîştiman û ey qaqay jan!
toyş bûy be tirûskey winî yadgarî ew dîw tem û
toyş bûy be xewnêkî şanoy hełfiřîwî çawanî şar
toyş kişayt û be sermanda kewaneyî tîj têpeřît
ey yaranî meyî řoḧ û ełqey ewîn
kursîyekî tirîş çoł bû
perdaxêkî tir labra û
momêkî tirman lar bowe û
gułdanêkî tirman şika û wek gułî peře derkêşraw
çon kel ebê, kem bûynewe
ey yaranî mêzgirdekey «nûrî bade»!
min lêrewe be destî řast
perdaxekem heł’ebiřim û
be çepîşim perdaxekey «kemal sabîr»
lêkyan edem
tenyam û eziringêmewe
min emşew yadêk sipî piř le sehoł
le perdaxî azarêkî qoşmeda
heta dwaçoř exomewe!