çaw

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  390 views
min lêrewe çawim lêye: lew çyaye
be tûleřêy mileyekda, hêwaş, hêwaş
kîjêk eçêt bo řêwasan
min lêrewe çawim lêye: lew çyaye
diřindeyek her le řêgey řêwasanda
lenaw çałî bosedaye!
min lêrewe çawim lêye: wa mamzê lew pêdeşte
tînû, tînû řûy kirdote kanyawê
min lêrewe çawim lêye: lew pêdeşte
faqe û dawê
le sereřêy askidaye.
min lêrewe çawim lêye: leber demî ew gundeda
espêkî sipî bestirawe
simkołan û ḧîleyetî
min lêrewe çawim lêye: her lejêr sikî espida
marêkî řeş bo pêwedan, fîşkeyetî
wa heł’estim:
tifengekey pişt serî xom da’egirim û
be řakirdin egeme berdemî gund û
mar ekujim û espe sipîş ekemewe û
xom heł’edeme ser piştî
edeme ẍar,
egeme pêdeşt û binar
faqeke eteqênmewe û
mamzeke řizgar ekem
her le ẍardam, egeme şax û sermile
egeme řêgey řêwasan,
teqe ekem le diřinde û řawî enêm
kêjołekeyş qutar ekem
ke lew serîş geřamewe bo lay êwe
le paşkoda: kîj û řêwas û mamz û
espî sipîy xoşewîstî ehênmewe!