wiryakirdinewe

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  373 views
be pêy petî benaw em şî’reda neřoy!
hemûy her wirdeşûşeye!
ber le tozê awêneyekî meraqim
be dest xeyałmewe şika û
kewte xwarê û çun namoyîm wirduxaş bû!
be destî řût pelkî em şî’rane negrît!
hemûy diřke, hênde nabê
min biniçkêkî meraqim lem pêdeştî peyvaneda
çiqłî ḧerf û janî derkird!
ke em şî’reyşit cê hêştim
bê çetir neçîte derê, temaşa ke:
le başûrî xefetewe
pełe dengêkî řeştałe beřêweye
wextê bigate ser êre,‌ min ezanim
zor be xuřřem lawandinewey da’edat û da’ebarê!