bab 15

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  246 views

1) beła hemû řadaran û gunaḧkaran nîzîkî wî debûn ke gwêy lê bigirin.

2) û firîsîyan û xwêndewaran bołebołyan dekird, deyangut: «ewe gunaḧkaran qebuł deka û degeł ewan dexwa.»

3) beła ew meselî bo wan dehêna, deygut:

4) «kêhe kes le engo ke sed meřî hebê û yekêk le wan win bika, ew newet û noy de çołîda becê nayełê û le dway ewey ke win buwe naçê, heta ewî peyda bika?

5) û ke peyday kirdewe be xoşḧałî leser şananî xoy dadenê.

6) û ke dête małê, dostan û cîranan bang deka û be wan dełê: degeł emin xoşḧał bin, çunke meřî xom ke win bû, peydam kirduwe.

7) be engo dełêm: ke her waş de asmanda xoşḧałî debê leser yek gunaḧkar ke tobe deka, pitir le leser newet û no sadqan ke muḧtacî tobey nîn.

8) yan kêhe jin ke de dirhemî hebê eger yek dirhem win bika çiray heł naka û małî gesk lê nada û be wirdî lêy nageřê heta ewî peyda bika?

9) û ke peyday kirdewe, dostan û cîranan bang deka û dełê: «degeł emin xoşḧał bin, çunke ew dirhemey ke winim kirdibû, peydam kirdewe.»

10) be engo dełêm: ke herweha de pêş melayketanî xułayda xoşḧałî debê, leser yek gunaḧkar ke tobe deka.

11) û kutî: pyawêk dû kuřî hebû.

12) û ew çikoletrî wan be babî gut: «ey babe, ew beşey małê ke bo min dekewê be min bide!» û małî bo wan beş kird.

13) û çend řojan le paş ewey ew kuřî çikoletir hemû çitî xiř kird û bo wiłatêkî dûr çû û lewê małî xoy be lutîgerî xesar kird.

14) beła wextêkî ew hemû çitî fewtandibû, qatîyekî gewre dew wiłateyda peyda bû û ew destî pê kird ke miḧtac bibê.

15) û çû xoy be yekêk le ehlî ew wiłatey çespand û ew ewî narde zewyanî xoy ke berazan bileweřênê.

16) û arezûy dekird ke zigî xoy piř bika le xiřnokanî ke berazan deyanxiward û kes be wî nededa.

17) beła wextêkî leser xoy hat, kutî: «çend kirêkaranî babî min nanî zyadyan heye beła emin lêre le birsan hîlak debim.»

18) hełdestim û deçme kin babî xom û be wî dełêm: «ey babe, gunaḧim kirduwe leser asman û de pêştî tu.

19) îdî layq nîm ke kuřî tu bang bikirêm, emin wekû yekêk le kirêkaranî xot bike.»

20) û hełsita û hate kin babî xoy. beła wextêkî ew hêşta dûr bû, babî wî dîtî û diłî sûta û lingî da û kewte ser estoy wî û zorî maç kird.

21) û kuřeke be wî gut: «ey babe, gunaḧim kirduwe leser asman û de pêşî tu, îdî layq nîm ke kuřî tu bang bikirêm.»

22) beła babeke be xizmetkaranî xoy gut: «cilî le hemuwan çatir zû derênin û deber ewî biken û engustîlêkî de destî wî biken û kewşan de pêyanî.

23) û cwanegay qełew bênin, serî bibiřn û ba bixoyn o keyfixoş bibîn.

24) çunke ew kuřey min mirdû bû û zîndû bowe, win bû û peyda bowe». we destyan pê kird ke keyfixoş bibin.

25) beła kuřî gewrey wî de zewîyda bû, û ke nîzîkî małê dehat, dengî bezim û semay bîst.

26) û yekêk le nokeranî bang kird û pirsyarî kird ke ew çite çî bê.

27) û ew be wî gut: «ke biray to hatewe û babî to cwanegay qełewî ser biřîwe, leber ewey ke ewî be saẍ û siłametî wergirtewe.»

28) û řiqî hesta û neywîst ke wejûr bikewê, beła babî wî weder kewt û lêy pařawe.

29) beła ew cwabî da û be babî gut: «eweta çend sał xizmetî to dekem, û qet le emrî to der nekewtûm û qet karîlêkit be min nedawe, hetakû degeł dostanî xom keyfixoşî bikem.

30) emma wextêkî ew kuřey to hat ke małî toy degeł qaḧban xwarduwe, cwanegay qełew bo wît ser biřîwe.»

31) beła ew be wî gut: «ey řołe, eto hemîşe degeł emnî û hemû çitî min î toye.

32) emma keyfixoşkirdin û xoşḧałbûnî lazîme çunke ew biray to mirdû bû û zîndû bowe û win bû û peyda bowe.»