bab 14

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  425 views

1) û bû ke wextêkî ew wejûr małî yekêk le meznanî firîsîyan de şemoyda kewt ke nan bixiwa û ewan le wî syadMissing bûn.

2) û eweta pyawêk îsqadar lepêş ewî hebû.

3) û yesû’ cwabî da û be şeri’keran û firîsîyan qisey kird, deygut: «erê de şemoyda saẍkirdinewe diruste yan ne?»

4) beła ewan bêdeng bûn. we girtî, ewî saẍ kirdewe û berî da.

5) û be wanî gut: «kêhe le engo ke kuřî yan gay de çałêkîda bikewê û cêbecê de řojî şemoyda ewî dernakêşê?»

6) û neyandetwanî cwabî ew çitaney biden.

7) beła bo bangêştirawan meselêkî dehêna, wextêkî dîtî çilon cêyanî jûreweyan hełdebjard, be wanî degut:

8) «wextêkî le kesêk bo dawetê bang êştiray, de cêy jûreweda řomenîşe, neba yekêk le to muḧtebertir lewê bang êştirabê.

9) û ewey ke eto û ewî bang êştuwe bê û be to biłê, cêy be wî bide. we ewdemî be şermî dest pê dekey ke cêy xwarê bigrî.

10) beła wextêkî bang êştiray, biřo de cêy xwarê řobnîşe hetakû wextêkî ewey ke etoy bang êştuwe bê û be to biłê: «ey dost, were êre jûrewetir.» ew demî ḧurmetit debê de pêş hemû ewaney ke degeł eto leser sifrey řodenîşin.

11) çunke her kes ke xoy biłind bika, newî dekirê, û ewey ke xoy newî bika biłind dekirê.»

12) beła be ewîş ke ewî bang êştibû kutî: «wextêkî kawełtunêkî yan şamêkî dirust dekey: dostanî xot yan birayanî xot yan xizmanî xot yan cîrananî dewłemend bang meke, neba ke ewanîş eto bang bikenewe û tołe bo to bibê.

13) beła wextêkî mîmanî dekey, feqîran, niqustanan, şelan û kwêran bang bike.

14) û xozge debî, çunke hîçyan nîye ke tołe be to biden. çunke de qyametî sadqanda tołe be to dedrê.

15) û ke yekêk le řonîştuwan leser sifrey degełî ew çitaney bîst, be wî gut: «xozge be ewey ke de padşayetî xułayda nan dexwa.»

16) beła ew be wî gut: «pyawêk şamêkî gewrey dirust kird û zoranî bang êşt.

17) û de wextî şamêda, xizmetkarî xoy nard ke be bang êştirawan biłê: werin çunke elan ḧazre.

18) û hemûyan be yek qulMissing destyan pê kird be byanûhênanî, î heweł be wî gut: «zewîyekim kiřîwe û lazme bo min ke biçim ewî bibînim. tikat lê dekem ke bexşiraw ḧîsabim bike.»

19) û ewî dîke kutî: «pênc cût gam kiřîwe û deçim ke ewanî tecrebe bikem. tikat lê dekem ke bexşiraw ḧîsabim bike.»

20) û î dîke kutî: «jinêkim hêna û leber ewey natwanim bêm.»

21) û xizmetkar ke hatewe û ew çitaney be aẍay xoy xeber da, ew demî xanexwê řiqî hełsita û be xizmetkarî xoy gut: «be zûyî weder bikewe dih kuçan û meydananî şarîda û feqîran û niqustanan û kwêran û şelan bêne jûrî êre.»

22) û ew xizmetkare kutî: «ey aẍa ew çitey ke emirit kirduwe buwe û hêşta cê heye.»

23) û aẍa bew xizmetkarey gut: «weder bikewe de řêyan û qeraẍanda û mecburyan bike ke wejûr bikewn hetakû małî min piř bibê.

24) çunke be engo dełêm ke hîçkes lew pyawaney ke bang êştirabûn, şamî min naçêjin.»

25) û xełkî zor degeł ewî deçûn. we wergeřa û be wanî gut: «eger kesêk bête kin emin û bab û dayk û jin û mindałan û birayan û xuşkanî xoy û jyanî xoşî nebuẍzênê, natwanê şagirdî min bibê.

27) û her kes ke sêdarey xoy hełnegrê û le dway min neyê natwanê şagirdî min bibê.

28) çunke kêhe le engo ke byewê burcêkî dirust bika, hewełê řonanîşî û xercî ḧîsab naka eger bo tewawkirdinî wî heyetî?

29) newekû ke wextêkî binaẍey wî danawe û netwanê tewawî bika, hemuwan ke debînin dest pê biken ke misxare be wî biken.

30) û biłên ke ew pyawe destî pê kird ke dirust bika û neytiwanî tewawî bika.

31) yan kêhe padşa ke deçê ke degeł padşayekî dîke şeřê bika hewełê řonanîşê û tegbîr naka eger be de hezar detwanê beramberî wî biçê ke be bîst hezar leser ewî dê?

32) û eger ne, wextêkî ew hêşta dûre qasdêkî denêrê û şertî sułḧî tełeb deka.

33) dena herweha her kes le engo ke dest le hemû çitî î xoy heł negrê natwanê şagirdî min bibê.

34) dena xwê çake, beła eger xwêş bêtam bibê, be çî swêr dekirê?

35) ne bo erzî be kar dêt û ne bo sergiwêlkî, beła fiřêy dedene derê. ewey ke gwêy bîstinî heye ba bibyê.»