bab 9

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 8 minutes  259 views

1) û ew dwazdaney bang kird û quwet û ḧîkmatî leser hemû řuḧanî pîs, be wan da û ke nexoşîyan saẍ bikenewe.

2) û ewanî nard ke padşayetî xułay we’iz biken û ke nexoşan saẍ bikenewe.

3) û be wanî gut: «çitêk bo řêy heł megirin, ne ’esa, ne turbîn, ne nan û ne diraw û neş her kesêk dû kirasî hebê.

4) û de her małêkîda ke wejûr dekewn, lewê bimênin û le ewê biřon.

5) û her kamêkî ke engo qebuł neken, wextêkî lew şarey dêne derê, tozî le pêyanî xotan bitekênin bo şayedî leser ewan.»

6) û weder kewtin û de dêyan degeřan û încîlyan we’iz dekird û de hemû cêyekîda saẍyan dekirdewe.

7) beła hêrodês têtrark bîstî ew hemû çitaney ke debûn û tewaw be şik bû, çunke le hêndêkî kutra ke yuḧenna lenêw mirduwan hełsitawetewe.

8) û le hêndêkî ke elyas bîndirawe, beła le î dîkane ke pêẍemberêk, yekêk le qedîmîyan hełsitawetewe.

9) emma hêrodês kutî: «yuḧenna emin bê serim kirduwe, beła ewe kêye ke beḧsî wî ew cure çitaney debyêm? we deywîst ke bîbînê.»

10) û ke řesułan geřanewe le her çî ke kirdibûyan, xeberyan be wî da. we ewanî hełgirt û xoy wela kêşa betenê bo şarêkî ke beyt seyda bang dekira.

11) beła wextêkî xełkî eweyan zanî, wedway wî kewtin û ewanî qebuł kird û beḧsî padşayetî xułay bo wan qisey dekird û ewaney ke muḧtacî saẍbûnewey bûn, saẍî dekirdinewe.

12) beła wextêkî řoj awabûnî dest pê dekird, ew dwazdane hatne pêş û be wîyan gut: «xełkî murexes bike, hetakû bo dêyan û mezrayanî dewrendewr biçin û menził bigirin û xorak peyda biken, çunke lêre de cêyekî çołda heyn.»

13) beła ew be wanî gut: «engo be wan biden ke bixon.» beła ewan kutyan: «eme pitir le pênc nan û dû masîman nîye. meger eme biçîn û bo hemû ew xełkey xorak bikřîn.»

14) çunke beqed pênc hezar pyaw bûn û be şagirdanî xoy gut: «ewane řobnîşênin be deste deste, her yekey beqed pênca kes.»

15) û wehayan kird û hemûyan řonîşandin.

16) û ke ew pênc nanan û dû masyanî hełgirt, řûy de asmanê kird, ewanî mimbarek kird û letî kird û day be şagirdan ke le pêş xełkî dabnên.

17) û xwardyan û hemûyan têr bûn û le letkan ke le wan mabûnewe dwazde qirtałey piř hełgîranewe.

18) û bû ke wextêkî ew du’ay dekird şagirdan betenê degeł ewî bûn û le wanî pirsî, deygut: «xełkî kê dełên ke emin bim?»

19) û ewan cwabyan da û kutyan: «yuḧenna te’mîdder û hêndêk elyas, beła î dîkan ke pêẍemberêk, yekêk le qedîmîyan hełsitawetewe.»

20) û ew be wanî gut: «beła engo kê dełên ke emin bim?» û pîtros cwabî da û kutî: «mesîḧî xułay.»

21) û qedeẍey le wan kird û espardî ke ew çitey be hîçkes nełên.

22) deygut: «lazme bo kuřî însanî ke ezyetî zor bikêşê û řed bikirê le pîran û kahînanî gewre û xwêndewaran, û bikujrê û de řojî sêyemda hełbistêndirêtewe.»

23) û be hemuwanî gut: «eger kesêk byewê le dway min bê, ba le xoy bibûrê û her řoj sêdarey xoy hełgirê û wedway min bikewê.

24) çunke ewey ke byewê gyanî xoy xełas bika, winî deka, beła ewey ke gyanî xoy bo xatrî min win bika, ew xełasî deka.

25) çunke bo însan çî faydeye eger hemû dinyayî qazanc bika, beła xoy win ya xesar bika?

26) çunke her kes ke le min û le kelamî min şermê bika, kuřî însanîş le ewî şermê deka, wextêkî dê de celalî xoy û î bab û î melayketanî muqeddesda.

27) beła řastî be engo dełêm le řawestawan lêre hêndêk hen ke mirdinê qet naçêjin heta padşayetî xułay nebînin.»

28) û bû beqed heşt řojan le paş ew qisane ke pîtros û yuḧenna û ye’qûbî hełgirt û weser kêwî kewt ke du’a bika.

29) û ke ew du’ay dekird, şiklî řûy wî gořa û cilî wî sipî û tirîşkedar bûn.

30) û eweta dû kes degeł ewî qiseyan dekird ke mûsa û elyas bûn.

31) ke de celalda bîndiran û beḧsî řoynî wî ke de urşelîmêda deba tewawî bika, qiseyan dekird.

32) emma pîtros û ewaney ke degeł ewî bûn le xewî giran bûn; beła wextêkî çak wexeber hatin, celalî wî û ew dû kesaneyan dî ke degeł ewî řawestabûn.

33) û bû ke wextêkî ewan le ewî cwê bûnewe, pîtros be yesû’î gut: «ey mamosta, çake ke eme lêre bîn. we ba sê kepran dirust bikeyn, yekêk bo to û yekêk bo mûsa û yekêk bo elyas.» neydezanî çî degut.

34) beła wextêkî ewaney degut, hewrêk hat û sêberî xiste ser ewan û ke ewan wejûr hewrî dekewtin tirsan.

35) û dengêk le hewrê bû deygut: «eweye kuřî min; ew hełbijêrawe, gwêy lê bigirin!»

36) û ke ew dengey bû, yesû’ betenê peyda bû û ewan bêdeng bûn û bo hîçkes dew řojanda xeberyan neda le ew çitaney ke dîbûyan.

37) û bû ke de řojî dîda, wextêkî ewan le kêwî hatne xwarê, xełkêkî zor be pîrewey wî hatin.

38) û eweta, pyawêk le xełkî qîjandî deygut: «ey mamosta, tikat lê dekem temaşa bike le kuřî min, çunke taqaney mine.

39) û eweta řuḧêk ewî degrê û cêbecê deçrîkênê û ewî dedřê weha ke kef hełdexrênê û be zeḧmet lewî deřwa û şil û kutî deka.

40) û le şagirdanî to tikam kird ke ewî der biken û neyantiwanî.»

41) beła yesû’ cwabî da û kutî: «ey silsiley bê îman û lařê, heta kengî degeł engo bim û le engo sebrê bikem? kuřî xot bêne êre.»

42) û ke hêşta ew dehate pêş, cin ewî xiste xwarê û diřandî. beła yesû’ heřeşey lew řuḧe pîsey kird û kuřekey saẍ kirdewe û day be babî xoy.

43) û hemuwan le gewreyî xułay şêwan, beła wextêkî hemuwan ’ecayb deman leser hemû çitanî ke deykird;

44) be şagirdanî xoy gut: «engo ew qisane de gwêyanî xotanda dabnên, çunke kuřî însanî teslîm be destanî însanan dekirê.»

45) beła ewan ew qisey tê negeyştin û le wan şardiraw buwe weha ke ewyan nefamî û detirsan ke beḧsî ew qisey le wî bipirsin.

46) û xeyałêk lenêw wan peyda bû ke kêhe le wan gewretir bê.

47) û ke yesû’ xyałî diłî wanî zanî, mindałêkî girt û ewî le kin xoy řagirt.

48) û be wanî gut: «her kes ke ew mindałey be nêwî min qebuł bika, emin qebuł deka û her kes ke emin qebuł bika, ewey qebuł deka ke emnî narduwe. çunke ewey ke lenêw engo çikoletre, ew gewreye.»

49) yuḧenna cwabî da û kutî: «ey mamosta, yekêkman dî ke cinnanî be nêwî to der dekird û men’iman lê kird çunke degeł eme nakewê.»

50) û yesû’ be wî gut: «men’î meken; çunke ewey ke zîddî engo nîye, lelay engoye.»

51) û bû ke wextêkî řojanî hełkêşranî wî tewaw debûn; û ew řûy xoy qaym dana ke bo urşelîmê biřwa.

52) û qasîdanî de pêş xoyda nard û çûn û wejûr dêyekî somerîyan kewtin, hetakû bo wî ḧazir biken.

53) û ewyan qebuł nekird çunke řûy wî bo urşelîmê deçû.

54) beła wextêkî şagirdan, ye’qûb û yuḧenna dîtyan, kutyan: «ey řeb, erê detewê ke biłêyn ke awir le asmanê bête xwarê û ewan hîlak bika?»

55) beła ew wergeřa û ewanî zem kird û kutî: «engo nazanin le kêhe řuḧ hen, çunke kuřî însanê nehatuwe ke gyanî binî ademê hîlak bika, beła ke xełas bika.»

56) û bo dêyekî dîke çûn.

57) û ke ewan de řêyda deçûn, kesêk be wî gut: «her cêyekî ke biçî wedway to dekewm.»

58) û yesû’ be wî gut: «řêwîyan kunanyan heye û teyřanî asmanê hêlanan, beła kuřî însanî cêy nîye ke serî lê dabnê.»

59) emma be î dîkey gut: «wedway min bikewe.» beła ew kutî: «îznim bide ke hewełê biçim û babî xom binêşim.»

60) emma ew be wî gut: «le mirduwan geřê ke mirduwanî xoyan binêşin, beła eto biçû padşayetî xułay we’iz bike.»

61) û yekî dîkeş kutî: «wedway to dekewm, ya řeb, beła hewłê îznim bide ke le ewaney ke de małî xomdan xułaḧafîzî bikem.»

62) beła yesû’ be wî gut: «kesêk ke dest leser amurî dabnê û temaşay piştewe deka, layqî padşayetî xułay nîye.»