bab 8

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 minutes  257 views

1) û bû le paş ewey ke ew şar be şar û dê be dê degeřa, we’zî dekird û mizgênî padşayetî xułay deda, û ew dwazdane degeł ewî bûn.

2) û çend jinan ke le řuḧanî pîs û nexoşîyan saẍ bibûnewe ye’nî miryem ke mecdelî bang dekira ke le ewî ḧewt cinnan weder kewtibûn.

3) û yunna jinî xuza, nazrî hêrodês û susana û zoranî dîke ke be małî xoyan xizmetyan be wan dekird.

4) û ke xełkêkî zor xiř bûnewe û le her şarêkî dehatne kin ewî be meselêkî gut.

5) toçên weder kewt ke toy xoy biçênê û ke ew toy deçand hêndêk kewte ser řêy û pamał bû û teyřanî asman ewyan xward.

6) û hêndêk kewte ser cêyekî berdawî û ke řwa wişk bû, çunke teřayî nebû.

7) û hêndêk kewte nêw diřwan û ke diřwan degełî hełçûn, ewyan xinkand.

8) û hêndêk kewte ser erzî çak û ke gewre bû yek û sed berî hêna. ke ew çitaney degut, qîjandî: «ewey ke gwêy bîstinî heye ba bibyê!»

9) beła şagirdanî wî pirsyaryan lê kird ke ew meseley çî bê.

10) û ew kutî: «be engo dirawe ke sîřřanî padşayetî xułay bizanin, beła be î dîkane be meselan, hetakû debînin û nabînin û debyên û nafamin.

11) beła ew mesele eweye: toke kelamî xułaye.

12) û ewan leser řêy ewanen ke debînin. le paşan, şeytan dê û kelamî le diłî wan la deba, neba îman bênin û xełas bibin.

13) û ewan leser cêy berdawî ewanen ke wextêkî debyên, be xoşḧałî kelamî qebuł deken û ewane řegyan nîye, heta demêkî îman dênin û de wextî tecrebeyda dekewn.

14) û ewey ke kewte nêw diřwan ewanen ke bîstûyane û ke le bin xeman û dewłet û lezetanî jyanî degeřên, dexnikêndirên û berî geyştû nayenin.

15) beła ewey leser erzî çak, ewanen ke wextêkî be diłêkî çak û zerîf kelamyan bîstuwe, řaydegirin û be sebir ber dênin.

16) emma hîçkes wextêkî çirayekî heł kirduwe ewî le bin qapêkî naşêrêtewe yan le bin textêkî dananê, beła leser pêçra dadenê hetakû ewaney ke dêne jûrê, řûnakayî bibînin.

17) çunke hîç çitêk şardiraw nîye ke aşkira nebê û ne çitêk be dizî ke nenasrê û nête derê.

18) dena temaşa biken çilon debyên, çunke her kes ke heyetî be wî dedrê û her kes ke nyetî ewey ke fikir deka ke heşyetî lêy destêndirê.»

19) beła dayk û birayanî wî hatne kin ewî û neyantiwanî bigene kinî leber xełkî.

20) û xeber be wî dira, dayk û birayanit le derê řawestawin û deyanewê ke eto bibînin.

21) beła ew cwabî da û be wanî gut: «dayk û birayanî min ewanen ke kelamî xułay debyên û becê dênin.»

22) û bû de yekêk lew řojanda ke ew weser gemêyekî kewt û şagirdanî wîş û be wanî gut: «ba bipeřînewe ew berî beḧrê!» û çûn.

23) beła wextêkî ewan deçûn, ew nûst. we gêjîyekî bay hate xwarê leser beḧrê û piř debûnewe û de tirisda bûn.

24) û hatne kinî û ewyan wexeber hêna, deyangut: «ey mamosta, ey mamosta, hîlak debîn!» beła ew hełsita û heřeşey le ba û şepolanî kird û řiḧet bûn û aram bû.

25) û be wanî gut: «îmanû le kwêye?» beła tirsan û ’ecayb man û be yektiryan degut: «dena ewe kêye ke leser bayan û awîş emir deka û îta’etî wî deken?»

26) û swarî gemê bûn bo wiłatî ciresnyan ke beramberî celîlîye.

27) û ke leser erzê weder kewt, pyawêk le şarî tûşî wî bû ke cinnanî hebû û demêkî zor hîç cilî deber nekirdibû û de małêda nedema beła lenêw qebran.

28) û ke yesû’î dî qîjandî, le pêş ewî kewt û be dengêkî biłind kutî: «çim degeł to heye, ey yesû’ kuřî xułay te’ala, tikat lê dekem ’azabim mede!»

29) çunke le řuḧî pîsî emir kird ke le ew însaney weder bikewê. çunke gelêk caran ewî girtibû û be zincîran û kutan bestirabowe û řagîrabû û bendanî pisand û le cinnî bo nêw çołî xistirabû.

30) beła yesû’ lêy pirsî nêwit çîye? we ew kutî: lecîwin, çunke zor cinnan wejûr ewî kewtibûn.

31) û lêy pařanewe ke le wan emir neka ke biçne bin erzê.

32) beła lewê leser kêwî gařanêkî zorî berazan le leweřî bû û lêy pařanewe ke be wan îzin bida ke wejûr ewan bikewn û ewanî îzin da.

33) û cinnan le ew pyawey weder kewtin û çûne nêw berazan û gařaneke xoyan le serberejûrê hełdaşte xwarê de beḧrêda û xinkan.

34) beła wextêkî berazwanan dîtyan ew çitey ke bibû, hełatin û de şarî û dêyanda xeberyan da.

35) û weder kewtin ke bibînin ew çitey ke bibû û hatne kin yesû’ û ew pyawey ke cinnan lewî weder kewtibûn peydayan kird, řonîştibû deberkiraw û ’aqił leber pêyanî yesû’ û tirsan.

36) beła ewaney ke dîbûyan, xeberyan be wan da çilon ew cinnidare xełas bibû.

37) û hemû xełkî wiłatî dewrendewrî ciresnyan lêyan tełeb kird ke le kin ewan biřwa, çunke be tirsêkî gewre gîrabûn û ew wejûr gemê kewt û geřawe.

38) emma ew pyawey ke cinnan le wî weder kewtibûn tikay lê kird ke degeł ewî bibê. beła ewî murexes kird, deygut:

39) «bigeřêwe bo małî xot û xeber bide çî çitêkî gewre xuła degeł etoy kirduwe.» û çû û de hemû şarîda we’zî dekird çî çitêkî gewre, yesû’ degeł ewî kirdibû.

40) beła wextêkî yesû’ geřawe, xełkî ewyan qebuł kird, çunke hemûyan çawenořî wî bûn.

41) û eweta pyawêk nêwî yayrus hat û ew meznî kenêştî bû û le ber pêyanî yesû’î kewt û lêy pařawe ke bête jûr małî wî.

42) çunke kiçêkî taqaney hebû beqed dwazde sałane û nîzîkî mirdinê bû. we ke ew deçû, xełkî ewyan řêk dekuşî.

43) û jinêkî ke mudey dwazde sałan xwênleberçûnî hebû û ke neytiwanî be hîçkes saẍ bikirêtewe, le piştewe hat û destî le dawênî cilî wî da.

44) û cêbecê xwênleberçûnî wî biřa.

45) û yesû’ kutî: «kê destî le min da?» beła ke hemuwan ḧaşayan dekird, pîtros kutî: «ey mamosta, xełkî zeḧmet be to deden û eto řêk dekuşin.»

46) beła yesû’ kutî: «kesêk destî le min da, çunke emin zanîm ke quwetêk le min weder kewt.»

47) û ke jineke dîtî ke neşardirabowe, be lerzîn hat û kewte pêşî û le pêş hemû qewmî xeberî da ke le çî sebeb destî le wî da û çilon cêbecê saẍ bowe.

48) û ew be wî gut: «ey kiç îmanî to, etoy xełas kirduwe, be siłametî biřo.»

49) hêşta ew qisey dekird, yekêk le małî meznî kenêştî hat, deygut: «kiçeket mirduwe, îdî mamostay zeḧmet mede!»

50) beła wextêkî yesû’ bîstî, be wî cwabî da, «metirse, feqet îman bêne û xełas debêtewe.»

51) û ke çû jûr małê neyyêşt kes degeł ewî wejûr bikewê, bêcge le pîtros û yuḧenna û ye’qûb û bab û daykî kiçey.

52) û hemûyan degryan û şînyan bo wî dekird, emma ew kutî: «megryên, nemirduwe, beła nûstuwe.»

53) û pêy pêkenîn, çunke deyan zanî ke mirdibû.

54) beła ew destî wî girt, dengî da, deygut: «ey kiç, hełsite.»

55) û řuḧî wî geřawe û cêbecê hełsita û emrî kird ke çitêkî xwardinî be wî bidrê.

56) û walîdeynî wî mat bûn û ḧukmî le wan kird ke le ew çitey ke bibû, be hîçkes nełên.