bab 15

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  278 views

1) û cêbecê sibḧeynê zû kahînanî gewre degeł pîran û xwêndewaran û hemû meclîsî keyxudayan tegbîryan kird, yesû’yan best û birdyan û be pîlatosyan teslîm kird.

2) û pîlatos lêy pirsî: «erê eto padşay yehûdyanî?» beła ew cwabî be wî da û kutî: «eto dełêy.»

3) û kahînanî gewre gileyîyan zor le wî dekird.

4) û pîlatos dîsan lêy pirs, deygut: «erê hîç cwab nadey? eweta çend çitan le to gileyî deken.»

5) beła yesû’ îdî hîç cwabî neda weha ke pîlatos ’ecayb ma.

6) beła de cêjnîda girtûyekî berełła dekird, her kes ke tełebyan kirdiba.

7) û yekêk hebû nêwî birabas ke gîrabû degeł şiloqan ke de şiloqîda qetłyan kirdibû.

8) û xełkî çûne serî û destyan pê kird ke tełeb biken ke wekû hemîşe bo wanî dekird, wa bika.

9) û pîlatos be wan cwabî da, deygut: «erê detanewê ke padşay yehûdyan bo engo berełła bikem?»

10) çunke deyzanî ke kahînanî gewre le bexîlî ewyan teslîm kirdibû.

11) beła kahînanî gewre xełkyan fêr kird ke birabasî bo wan berełła bika.

12) û pîlatos dîsan cwabî da û be wanî gut: «dena çû dewê ke degeł ewî bikem, ke pêy dełên padşay yehûdyan?»

13) beła ewan dîsan qîjandyan: «ewî le sêdarey bide!»

14) û pîlatos be wanî gut: «dena çî xirapîyekî kirduwe?» beła ewan her pitir qîjandyan, ewî le sêdarey bide!

15) û ke pîlatos keyfî lê bû ke xełkî řazî bika; birabasî bo wan berełła kird. we ke le yesû’ qamçî lê dabû teslîmî kird ke le sêdarey bidrê.

16) û ’eskeran ewyan birde jûr ḧesarê ke dîwanxaneye û hemû fewcyan bang kird.

17) û cilêkî sûr deber ewyan kird û tacêkyan le diřûy çinî û le seryan dana.

18) û destyan pê kird ke siławî lê biken, selam ey padşay yehûdyan!

19) û be qamîşêkî le serî wîyan deda û tifyan lê dekird û çokyan dadeda û sicdeyan lê dekird.

20) û ke gepyan pê dabû; cile sûreke leber ewyan dakend û cilî xoy deberyan kird û birdyane derê ke le sêdarey biden.

21) û řêbwarêkî ke le zewî dehat, şem’ûn kûřênî, babî eskender û řufusyan mecbûr kird ke sêdarey wî hełgirê.

22) û ewyan birde cêyekî nêwî golgota ke terceme dekirê be cêy kasey ser.

23) û şerapî têkeł be moryan be wî da, beła ew qebułî nekird.

24) û ewyan le sêdarey da û cilî wîyan beş kird ke pişkyan lê dawîşt ke her yeke çî wergirê.

25) beła se’atî sêyem bû û ewyan le sêdarey da.

26) û sernamî xetay wî wa nûsrabû: «padşay yehûdyan.»

27) û degeł ewî dû cerdeyan le sêdarey da, yekêk le lay řastî û yekêk le lay çepî.

28) û řêbwaran kifryan pê dekird û serî xoyan řadeweşand û deyangut.

29) ha ey xirapkerî heykelê û dirustikerî wî de sê řojanda!

30) xot xełas bike û were xwarê le sêdarey.

31) û her waş kahînanî gewre degeł xwêndewaran, denêw xoyanda gepyan pê deda û kutyan: «î dîkaney xełas kirduwe, xoy natwanê xełas bika.

32) mesîḧ padşay îsra’îl, ba ewêsta bête xwarê le sêdarey hetakû bibînîn û îman bênîn.» û ewaneş ke degeł ewî le sêdarey dirabûn xirapyan be wî degut.

33) û ke se’atî şeşem dahat; tarîkayî leser hemû erzê bû heta se’atî noyem.

34) û de se’atî noyemda yesû’ be dengêkî biłind qîjandî: «ayliwî ayliwî lima sibxitinîArabic!» ke terceme dekirê «ya xułay min, ya xułay min; boçî eminit becê hêştuwe?»

35) û hêndêk le ḧazran wextêkî bîstyan, kutyan: «eweta ew elyasî bang deka.»

36) û yekêk lingî da û hewrîyekî le sirke piř kird û leser qamîşêkî dana û day be wî ke bixiwatewe, deygut: «lêy geřên! ba bibînîn eger elyas bê ke ewî bihênête xwarê.»

37) û yesû’ be dengêkî biłind qîjandî û řuḧî teslîm kird.

38) û perdey heykelê dû let bû le serřa heta xwarê.

39) û ke yuzbaşî ke beramberî wî řawestabû dîtî ke weha řuḧî teslîm kird, kutî: «beřastî ew pyawe kuřî xułay bû.»

40) û çend jinanîş hebûn ke le dûrewe timaşayan dekird, ke lenêw ewan miryem megdelîş bû û miryem daykî ye’qûbî çikole û yusî û salome.

41) ewaney ke wedway wî dekewtin û xizmetyan dekird, wextêkî de celîlêda bû û zoranî dîke ke degeł ewî weser kewtibûne urşelîmî.

42) û ke êware dahat, çunke řojî tedaruk bû ke le pêş şemoye.

43) yusif, ewey ke le erîmatîye; muşîrêkî maquł hat ke boxoşî çawenořî padşayetî xułay bû û cur’etî kird, ço kin pîlatos û meytî yesû’î tełeb kird.

44) û pîlatos ’ecayb ma eger elan mirdibê û yuzbaşî bang kird û pirsyarî lê kird eger lemêj bû mirdibû.

45) û ke yuzbaşî zanî, meytî be yusfî bexşî.

46) û ketanî kiřî û ewî hêna xwarê û bew ketaney pêçayewe û de qebrêkî na ke de şaxîda hełqendirabû û berdêkyan leser derkî qebrî xillor kirdewe.

47) û miryem megdelî û miryem daykî yusî temaşayan dekird le kwê dandirabû.