beşî yekem: çeşnekanî tîp
1
tîpekan dû çeşnin:
1- tîpe dengî
2- tîpe bizwên
tîpe dengî
(Tiype Dengiy)
2
tîpe dengî ew çeşne tîpanen ke bo nûsranî deng danrawin, emanen:
b / bi
c / c
d / di
f / f
g / g
h / h (ḧ)
j / ji
k / k
l / li
m / m
n / n
p / p
q / q
r / r
s / s
t / t
v / v
w / û
x / x
y / y
z / z
3
pênc deng heye ke yekî be dû tîp enûsrên, û pêyan ełên tîpe dengîy lêkdiraw:
ch / çi
gh / ẍ
lh / ł
rh / ř
sh / ş
4
eger le wuşeyêkda (le kelîmeyêkda) tîpêkî «h»y řût bête dway tîpî «s, r, l, g, c»ewe, bo ewe ke wekû tîpe lêkdiraw (§3) nexwênrêtewe, teqełêk dexrête meyanî emane û «h»yekewe; wekû,
il-ham / ilham
mes-huwr / mesḧûr
mec-huwl / mechûl
mer-hemet / merḧemet
5
le şêwey şarezûrda dû dengî tir heye ke be tîpe lêkdirawî «dh» û «th» enûsrên; wekû,
nath bem / nat bem
bedh / bed
em dû denge yadgarî serdemî gencyetîy zimanekemanin ke le mêja «arî», le dway ewe «arî»yan pê wituwe û êsta lejêr nawî giştîy «kurdî»da enasrê.
bekarhênanyan be arezûy nûsere, ême lem namîlkeyeda îtir basyan nakeyn.
tîpe bizwên
(Tiype Bizwên)
6
tîpe bizwên ew tîpanen ke exrêne pał dengîyekanewe, bo ewey, be pêy ew denge ke derhênanî pêwîste, kar be gerû, ziman û lêw biken. bizwên serbexo exwênrêtewe, bełam dengî bê yaryey bizwên naxwênrêtewe.
bizwênekan emanen: a e i o u y
bizwênî «a»
(Bizwên y "A")
7
bizwênî «a» eger le dway dengêkewe bê, karî bizwênî «a» ebînê, ye’nî wekû serêkî dirêj (fetḧe memdûde) exwênrêtewe; wekû,
ba / ba
baba / baba
dama / dama
wata / wata
ga / ga
za / za
8
bizwênî «a» eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyêk, yan hîy kerteyî (hicayî)* bê, wekû «a (a)» exwênrêtewe; be wêne:
a / a
aw / aw
ax / ax
ar / ar
ash / aş
naasht / na’aşt
* kerte le wuşeyêkda kertêke ke be carê ebêjrê (tilfiz ekirê); wekû,
ba, henaw, semawer,
em wuşane, yekemyan yek, duwemyan dû, sêyemyan sê kertey heye:
ba, he naw, se ma wer,
kerteyî eger dengêkî têda bê, yekdengî, û eger le dengê zyatrî têda bê, geldengîy pê ełên; wekû,
ma mi zê / em kertane yekdengîn
xur malh / em kertane geldengîn
bizwênî «e»
(Bizwên y "e")
9
bizwênî «e» dû çeşne:
1- «e»y sade,
2- «e»y çukłedar.
bizwênî «e»y sade
(Bizwên y "e" y sade)
10
bizwênî «e»y sade eger ledway dengîykewe bê, karî serêkî kurt (fitḧih qisîre) ebînê; wekû,
ke / ke (ke)
bebe / bebe (bebe)
le / le (le)
pere / pere (pere)
11
bizwênî «e»y sade eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyê, yan hîy kerteyî bê, wekû «e» (ئەە) exwênrêtewe; wekû,
e / e (ئەە)
erk / erk (ئەەرْk)
beerk / be’erk (بەئەەرْk)
em / em (ئەەم)
erz / erz (ئەەرْz)
bizwênî «e»y çukłedar
(Bizwên y "e" y chuklhedar)
12
bizwênî «ê»y çukłedar eger le dway dengyêkewe bê, karî «alya’ alimcihul»* ebînê; wekû,
dê / dê
bêcê / bêcê
kê / kê
fê / fê
mêw / mêw
sêw / sêw
* wextê ke êran tîpî pehlewîy des lê hełgirt û fêrî tîpî ’arebî bû, em çeşne bizwêne berçawî ’almekan kewtibû, û çunke le ’arebîda bizwênêkî weha nebû û neyan’enasî, nawyan nabû «alya’ alimcihul» §23
13
bizwênî «ê»y çukłedar eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyê, yan hî kerteyî bê, wekû «alya’ alimcihul»êk exwênrêtewe ke hemze()êkî le pêşewe bê; wekû,
ê / ê
êre / êre
ême / ême
êwe / êwe
beêsh / be’îş
bêêsh / bê’îş
bizwênî «i»
(Bizwên y "i")
14
em bizwêne dû karî heye:
1- karî bizwêne kurdî,
2- karî bizwênî jêr (kisre).
bizwêne kurdî
(Bizwêne kurdiy)
15
bizwênî «i» eger le dway dengyêkewe bê, pêy ełêyn bizwêne kurdî; ew karey em bizwêne lêreda eybînê le gelê zimanî tirda nîye; wekû,
chi / çi
kich / kiç
cil / cil
gird / gird
sirk / sirk
mist / mist
hełgîranî bizwêne kurdî
(Helhgiyran y bizwêne kurdiy)
16
eger bizwêne kurdî kerteyêkî geldengîy pê dirust bûbê §8 (jêrpeře), hemîşe ehêłrêtewe; wekû,
gil / gil
mird / mird
pisht / pişt
17
eger bizwêne kurdî kerteyêkî yekdengîy pê dirust bûbê §8 (jêrpeře):
1- eger em kerteye hêzî* leser bê, ebê hemîşe bihêłrêtewe,
2- eger hêzî leser nebê, hêştinewe û nehêştinewey be arezûy nûsere; wekû,
mamiz / mamz
em wuşeye dû kerteyye:
ma miz
û bizwênî kertey duwem bizwêne kurdîye; û çunke kerteyêkî geldengîy pê dirust buwe §8(jêrpeře), nûsrawe §16, bełam,
1- eger bêt û pîtî «êk»y pixeyne ser ebête sê kerteyî:
ma miz êk
lem wuşeyeda ebînîn ke bizwêne kurdî kerteyêkî yekdengîy pê dirust buwe ke «mi»ye.
bepêy destûrî hêz, ke baslêkiranî lem namîlkeyeda cêy nabêtewe, hêz hergîz naçête ser ew kerteye ke be pîtî «êk» dirust buwe; leber ewe eger em wuşeye hêzî leser bê, ye’nî le cumleyekda (le kirdeyêkda) wuşebabet §17 (jêrpeře), hêzeke leser kertey «mi» emênêtewe, û ebê bizwêne kurdîy em kerte yekdengîye binûsrê; wekû,
mamizêk
2- xo eger bêt û pîtî «eke»y pixeyne ser ebête çwarkerteyî:
ma mi ze ke
çunke bepêy destûr hêz eçête ser dwa kertey pîtî «eke», ke «ke»ye, em wuşeye wuşebabet bê û wuşebabet nebê, kerte yekdengîy «mi» hêzî leser namênê, leber ewe nûsranî û nenûsranî** be pêy arezuwe; wekû,
mamzeke
mamizeke
* hêz: nawêkî taybetîye ke edrê be kerteyêkî wuşe babetêk le bêjanî (tilfiz kirdinî) ew wuşeyeda.
wişebabet: le cumleyekda (le kirdeyêkda) ew wuşeyeye ke qiseker le bêjanda hêzêk exate ser kerteyêkî; wekû,
Ême kalhek exoyn / ême kałek exoyn
êsta eger babetî em cumleye «ême» bêt, qiseker, le bêjanda hêz exate ser yekê le kertekanî, û eger babet «kałek» yan «exoyn» bê, hêz exate ser yekê le kertekanî eman.
kertebabetî: le wuşebabetêkda, ye’nî le wuşeyêkda ke hêzî xirabête ser, ew kerteyeye ke le bêjanda tawêkî taybetîy edrêtê, û le kertekanî tir behêztir le dem der’eçê.
** ew kertaney be bizwêne kurdî dirust bûn û bizwênekeyan nenûsrawe, pêyan ełêyn «lakerte»; wekû,
bra, dro, grê.
em wuşane yekê le kerteyêk û lakerteyê dirust bûn; be wêne, eger wuşey «bra» pixrête ḧałî bangikirawyewe (ḧal nida), bizwêne kurdîy lakertekey ebê binûsrê: çunke hêzî leser ebê; wekû,
bira! birale, were!
bizwênî jêrî (kisirة) «i»
(Bizwên y jêr y "i")
18
bizwênî «i» le sê barda karî jêr ebînê:
1- eger yekem tîpî wuşeyî, yan hîy kerteyî bê, û yan bizwênî dengîyê nebê, wekû «»y (hemzey) kesredar exwênrêtewe:
in saf / însaf (yînsaf)
bê insaf / bê însaf
i da re / îdare (îydare)
bê i da re / bê îdare
2- eger bizwênî «i» ledway tîpî «y»we bêt, em tîpe wekû «y»êkî kesredar exwênrêtewe; wekû,
ma yin / mayn
pa yiz / payz
sha yi / şayî
3- eger le pêş tîpî «y»we bêt, ew wexte ebête bizwêne lêkdirawî «iy», ke wa le jêrewe basî ekeyn.
bizwêne lêkdirawî «iy»
(Bizwêne lêkdrawiy "iy")
19
bizwêne lêkdirawî «iy» eger le dway dengyêkewe bê, karî jêrêkî dirêj (dakşawe), ye’nî (wata), karî «y» ebînê; wekû,
biy / bî
diyl / dîl
ziy wiyn / zîwîn
shiy riyn / şîrîn
ka niy / kanî
shiy lan / şîlan
20
eger le dway em bizwêne lêkdirawewe bizwênêkî ke bêt, «y»y bizwêne lêkdiraw legeł ew bizwêne tazeyeda kerteyêkî taze dirust eka, û «i»y bizwêne lêkdiraw ebêtewe be jêrêkî kurt; wekû,
biy:
em biye (em bi ye)
biyeke (bi ye ke)
ew biyane (ew bi ya ne)
kaniy:
em kaniye (em ka ni ye)
kaniyeke (ka ni ye ke)
ew kaniyane (ew ka ni ya ne)
21
bizwêne lêkdirawî «iy» eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyê, yan hî kerteyê bê, wekû «î (ey)» exwênrêtewe; wekû,
iy / î
iy rad / îrad
bê iy man / bê îman
iy caz / îcaz
bizwênî «o»
(Bizwên y "o")
22
bizwênî «O» dû çeşne:
1- «o»y sade,
2- «ö»y xałdar
bizwênî «o»y sade
(Bizwên y "o" y sade)
23
bizwênî «o»y sade eger ledway dengyêkewe bê, karî «alwaw alimcihul»* ebînê; wekû,
do / do
mom / mom
rhoj / řoj
gosht / goşt
kost / kost
zor / zor
* em bizwêneş, ke êran fêrî tîpî ’arebî bû -wekû «alya’ alimcihul» $12 jêrpeře-, le layen ’almekanewe naw nirabû «alwaw alimcihul».
24
bizwênî «o»y sade eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyê, yan hî kerteyî bê, wekû «alwaw alimcihul»êk exwênrêtewe ke hemze()êkî le pêşewe bêt; wekû,
or duw / ordu
o ghir / oẍir
org / org
bê or duw / bê ordû
bizwênî öy xałdar
(Bizwên y "ö" y xalhdar)
25
bizwênî öy xałdar eger ledway dengyêkewe bê, ew kare ebînê ke lem wênaney xwareweda pîşan dirawe:
kö / kwê
kör / kwêr
shön / şwên
göz / gwêz
tötö / twê twê
söne / swêne
26
bizwênî öy xałdar nabête yekem tîpî wuşeyî, yan hîy kerteyî, bełam eger le karêkî wehada bînra, wekû "ö"y wuşey öz (oz), ög (og)y kerkûkîy bixiwênnewe.
bizwênî «u»
(Bizwên y "u")
27
bizwênî u dû çeşne:
1- uy sade,
2- uwy lêkdiraw
bizwênî «u»y sade
(Bizwên y "u" y sade)
28
bizwênî uy sade eger le dway dengêkewe bêt, karî borêkî kurt (zimة qisîrة) ebînê; wekû,
bu / bu (bu)
nust / nust (nust)
gulh / guł (gul)
kurh / kuř (kur)
kurd / kurd (kurd)
turt / turit (turit)
29
bizwênî «u»y sade le dwayewe bizwênêkî ke bêt, egořê be «w»y dengî; wekû,
bu-a ye: bwaye / bwaye
nu-an din: nwan din / nwandin
30
wişeyekxerî (ḧirf ’itfî) «u» eger le dway bizwênewe bêt, «w», û eger le dway dengîyewe bêt «u»e; wekû,ga w merh / ga û meř
trê w sêw / tirê û sêw
biy w tuw / bî û tû
berd w gilh / berd û gił
dar u aw / dar û aw
xuw w kar / xû û kar
rhuw w pisht / řû û pişt
mar w kun / mar û kun
31
bizwênî uy sade eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyêk, yan hîy kerteyî bê, wekû hemzeyêkî bordar (zimedar) exwênrêtewe; wekû,
ur mi ye / urmye (ewrimye)
ul ke / ulke (ewlke)
na u miyd / na’umîd (na’ewmîd)
bizwêne lêkdirawî «uw»
(Bizwêne lêkdrawiy "uw")
32
bizwêne lêkdirawî uw eger le dway dengêkewe bê, karî borêkî dirêj (zime twîlh) ebînê, wekû,
muw / mû (mû)
zuw / zû (zû)
juwr / jûr (jûr)
kuwrh / kûř (kûř)
qu tuw / qutû (qutû)
pa ruw / parû (parû)
33
eger le dway bizwêne lêkdirawî «uw»ewe bizwênêkî ke bêt, «w»y bizwêne lêkdiraw legeł ew bizwêne tazeyeda kerteyêkî taze dirust eka, û «u»y bizwêne lêkdiraw ebêtewe be borêkî kurt; wekû,
xuw:
ew xuwe (ew xu we)
xuweke (xu we ke)
em xuwane (em xu wa ne)
berhuw:
ew berhuwe (ew be rhu we)
berhuweke (be rhu we ke)
em berhuwane (em be rhu wa ne)
34
bizwêne lêkdirawî «uw» eger be tenya bê, yan yekem tîpî wuşeyêk, yan hîy kerteyî bê, wekû «û (ewu)» exwênrêtewe; wekû,
uw la ike / ewul’ik (ûla’îke)
uw ti ye / ewwitî (ûtye)*
* wêney kurdîm nedozîyewe, le wênekanî §31yişda herweha.
tîpî «y»
(Tiyp y "y")
35
tîpî «y» hem dengîye, hem bizwêne:
1- dengîye, eger bizwênêkî le lawe bê; wekû,
ay / ay (ay)
yar / yar
daye / daye
ba y tund / bay tund
muw y zerd / mûy zerd
rhuw y tirsh / řûy tirş
buy / bwî
buyn / bûyn
chuyt / çûyt
2- tîpî «y» bizwêne, eger bizwênêkî tirî le lawe nebê; û karî jêrêkî kurt (kisirh qisîre) ebînê; wekû,
bir dy / birdî
byst / bîst
aw y sard / awî sard
berd y zil / berdî zil
nan y wushk / nanî wuşk
klhaw y min / kiławî min
36
bizwênî «y» nabête yekem tîpî wuşeyê, yan hîy kerteyê, bo karêkî weha, lebatîy bizwênî «y», bizwênî «i» be kełk ehênrê §18-1.