peyamî řanegeyendiraw

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  4955 views
peyamî min begwêy em diłbere nazdare řanaga
nesîm bê sîm debînê, şil debê, bem kare řanaga
gutî sebirit hebê dûbare dêmewe dîtinit emma
le kurtî da temen, wa dyare bew dîdare řanaga
wekû perwane dewrî lê deden lawanî xowłatî
gułî êre bejwanî bulbulî aware řanaga
nexoş û derdedar û dił birîndarim, peristarêk
beḧałî em diłe piř jan û piř azare řanaga
dekey maçî dem û lêwan eger hêz û guřêkit bê
dena cwanêk bederdî aşqî bê çare řanaga
heta komtir debê piştim pitir hełdekşê mînî jop
îtir destim bedawênî kiçî em şare řanaga
debê bulbul le min fêrbê ẍezel xwênî, bełam çibkem
giriftarim, çirîkem bew guł û gułzare řanaga