şewgarî tenyayî

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  2871 views
heta nêłey neye awirgî dił, çem piř le nem nabê
heta nem danebarê tînî em awirge kem nabê
lenaw awrîng û awinga şewm řadebrê bê hemdem
bełê şewgarî tenyayî bebê firmêsk û xem nabê
sitemkarî minî dûr xistewe lew yare şîrînem
îtir min çon řiqî zorim le azar û sitem nabê?
ewî serberze lem wêraneda tûşî xem û derde
çyay serkeş bibîne qet serî bê hewr û tem nabê
lenaw deryay xeyałim dîmewe min gewherî nayab
heme gewher, îtir çawim le dînar û direm nabê
were naw baweşî germ û guř û piř tase û meylim
redîfîş têk biçê pêm xoşe min destim le mem dabê
were ba hełmijim ew lêwe şîrîne be keyfî xom
lepaş ew tałîye ba min demêk şekirim le dem nabê
pelet bê, çaweřêtim, zû were, bes xot bixafłêne
hezar car hêmnîş bim bo wîsałit çon pelem nabê?