desteyêk îmanfiroşan kewtine nawman wek dełał

wergêřawî şî’rêkî turkî leser mewlana xalîd
From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  289 views
ḧezretî mewlana ke le hemû qelemřewî muslimanana nawbangî řoyîwe û beřastî fexrî kurdane, emanewê tercemeyekî ḧałî binûsîn. her çende ke be hemû zubanêkî îslamî medayḧ û wîlayetî nûsrawe bełam hêşta be zubanekey xoy hîçêkman le nawda nîye. wa xwa yar bê, ême kemêkman le şerḧî ḧałî ew nûsîwetewe; peřey jînî pê eřazênînewe wa enca le şikłî řîsaleyekda le çayî edeyn. lem çendaneda cemîl sa’îbî xuşkezam, hêndî peře kaẍeze konî bo hênawim, wek dirawî konî ’entîke beqîmetin. lew naweda qesîdeyekî şa’îr nawdarî turk kîçeçî zade ’îzet mela ke be turkî bo ḧezretî mewlana xalîdî kurdî nûsîwe çengim kewt. wa kirdûme be kurdî, hîwam waye feyz û bereketêkî way tya bê herçî bîxwênêtewe çawî řûn bêtewe, diłîşî bigeşêtewe. emeş şî’rekeye be kurdî:
desteyêk îmanfiroşan kewtine nawman wek dełał
kure kur û ḧałe ḧał, em xełkeyan hênaye ḧał
piř le bazarî řya bû dîn û îman wek kûtał
sed şukur zatêk ke bazarî řyay kirde betał
ḧezretî xalîd le řûy řuxsarî «řîn»da bû be xał
astaney xulde zû ken فەادْxulûha xalîdînArabic
şah ’ebdułłay buzirgî qutbî qît’ey dehlewî
ew çiray dîne û mucedîd, xaldîş wek piřtewî
řoḧî cîsmî ehlî dîn, canî cîhanî me’newî
nûrêkî îmanî ’îrfanî hênaye ser zewî
êste dunya serbeser řûnake neymawe şewî
xalîde ew nûre, namerd! فەادْxulûha xalîdîynArabic
destigahî ’îlim û ’îrfane terîqey neqşebend
abî ḧeywane, şîfaye bo girûhî derdimend
mayeyî řesgarîye bo talîbanî mustemend
nefis û şeytan têk epêçî bo xot ebestye kemend
řabîtey parêzgare, wek telesmî dêwbend
xalîde wa cêy emane, فەادْxulûha xalîdînArabic