em dem û lêwey kewa şekker ebarênî lêy

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  301 views
em dem û lêwey kewa şekker ebarênî lêy
řuḧ dête ser lêw ledûy ta demî şîrîn bê pêy
řû dekeyte asman û pêdekenî bew deme
’eqdî «sirîّaArabic» deka gewher be şabaşî řêy
mang ke le nûr xelqî buwe řwanîye to bew řuwe
hełat û řûy zerd buwe kes lêy napirsê ke kêy
gyane be birjangî to hênde leşim kunkune
wek bêjing eybêjnewe bestew û goranî pêy
dîdey mestit ewend xwênî diłî řiştuwe
mangî be sûr girtuwe nayşêłê ew berbê lêy
ke «tał» şekirî tê ekey ew deme şîrîn ebê
bew lêwe şîrîney toş xoşe qisey pê biłêy
le nêrgisî fettanî, xalîdPen name! gileyît nebê
herçî toşî mest debê, fîtneyêke dête řêy