şukur bo xwa le řûy îqbał û bextî xusrewî sanî

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  280 views
şukur bo xwa le řûy îqbał û bextî xusrewî sanî
ke mangî asman û estêrey burcî cîhanyanî
tiruskey xanedanî şêrî şêran şay felek paye
«ḧesen beg» nûrî dîdey şahî û serdefterî xanî
leber nasaẍîyekey ’alem le giryan û nizada bû
şîfay bo hat le qapî kirdigar û lutfî yezdanî
řewaye bem şîfaye saknanî ’alemî bała
bikewne sucdey şukirane wek efradî însanî
le dest çûbû bełam xwa dayewe bo xusrewî sanî
weha şad bû wekû ye’qubPerson le xoşî mahî ken’anî
leş û gyanî min û zorî tirî wek min fîday ew bê
ke ew mayey jyane bo ’imumî qasîy û danî
newek tenya minî pê hatmewe dunya mujdeyî wa
guł û gya û xarî pê ejyêytewe baranî nîsanî
eger min xom le dewrî bigêřim layîqe çunkû
xwa fermûy be îbrahîm ke îsma’île qurbanî