xusrewêkî wam heye ta derkewê mehmêzî ew

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  334 views
xusrewêkî wam heye ta derkewê mehmêzî ew
leşkirî gyan xoy exate jêr leqey şewdêzî ew
lêw leser lêw nê wekû mirwarî didan û pukî ew
dyare cîlwey ew le perdey le’lî qendi’amîzî ew
«manî» ger teswîrî mîskî ba beser peřřey guła
bê nimûde key degate xettî ’enberbêzî ew
řûy le pişt awênewe zor çak ebînrê şûşekey
kun kune çunkû be tîrî ẍemzeyî xwênřêjî ew
dirkî «jîşk» çî leser peřey gułî nesrîn eka
dił le kwê eybînê bew core xedengî têjî ew
’eksî řûy ew xusrewe xalîdPen name! le şîrînê bida
wek qutwî şekker ebû bêşk diłî perwêzî ew