medḧî ’ewdałan

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 3 minutes  335 views
bîbyen lem pyawe sergerdane wêłey dił ḧezîn
medḧî hêndê kirdewey perwerdigarî řûy zemîn
çend kesê řojê le hawpyaley şerabî ’eşqî mest
bo geřanî gułistan têkřa legeł yek bwîn qerîn
debdebey seḧra be seḧra takû gułzarî îrem
ye’nî baẍî ’ewdałanî şwênî ehlî dîn eçwîn
dengî hatîf hat le piř bangî ekird ey bêdłan
«hezîhî cenّەاتû ’edْnٍ فەادْخûلûûهەا خەالیدیینArabic»
katê serman birde naw baẍ hênde xoş bû bêguman
nayête bîrman îtir sewdayî fîrdewsî berîn
seru û şimşad û sinewber, bîdmîşk û narewen
lar û lencey cwanyan bû wek kiçanî nazenîn
řenge ’er’er şêtî sewday guł bê bo def’î cinûn
boye pêwendî le pêdaye le zułfî yasemîn
boçî lafî cwanî lêdawe be bałay dulbera
bîdî mecnûn wa terîqe lûtî dahêşte zemîn
tûtî û poř û kew û sîsarg û coře, nałeyan
geyye gwêy polî firîştey asmanî ḧewtemîn
dengî bulbul bangî qumrî kotre barîkeyş legeł
bew newaye nayełn diłtengî ’uşşaqî ḧezîn
qox û qeysî nar û sêw û biste, hencîr û tirê
bang eken bo xwardinî mîwey ewan û ber çinîn
sêw û hermê wa be şeř hatûn be de’yey nazkî
mistekołey tund beser yekdî ekêşin zor beqîn
bonî xakî ta ebed pyawî tewaw bêhuş eka
çunkû tułî mêwî wişkî «aw» eřêjête zemîn
bo minałî şîrexore ye’nî bêçû çoleke
wa lebatî şîr ebarê şîleyî hencîr be tîn
çend le řeyḧane û guł û mînay kenarî cogeley
sewsen û lale û wenewşe, nêrgisî dîde nemîn
guł şeqayq, zulf ’erûs û tac xerûs û zeřingar
her yeke řengêkî cwan enwênê bo qelbî ḧezîn
dengî goranî peřend û neş’eyî řuḧanyan
řuḧî dawwidî kêşaye bezmî germî serzemîn
dêt be řakirdin «semender» xoy dexate awewe
aw be agir têdega le sêberî guł ateşîn
xwaye! awe? wa le kêw eřjête seḧney baxewe
ya firîşte eşkî ḧesret hełdeřêjne serzemîn
katê hełdeřjî le kêwî «paqle» dête xuřem
tîşkî řojî lê eda daney wekû duřřî «semîn»
deng û řengî dulber, be ewsafî şermende deka
neẍmeyî saz û sifîdî gerdinî cwananî çîn
kirdigara! şehsiwarî saḧeyî řojî ceza
dênme pêşt «şefî’î» ḧezretî «ruḧ alamînArabic»
xalîdPen namey şermendeyî dergahî to namey řeşe
«فەاعْfu ’enْhu kulّe zenْbiٍ, aٔenْte xeyْru alirّەاحیمیینArabic»