ta hînd le řomewe ke eřom gyan û dił be kef

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  386 views
ta hînd le řomewe ke eřom gyan û dił be kef
şabaşî xakî merqedî şehî «bu’elî şeřef»
her bo ewey ke gyanî ’ezîz û mubařekî
kirduwe le řêy wefa û sefada bedił telef
em bendeye hîwayekî gewrey heye lewê
bełkû be lutfî ew le diłî derbiçê esef
lew astaneda, ke newek min, hemû cîhan
ḧacet řewaye, hênd bwete saḧîbî şeřef
şahêke çaw hełênî be řûy beḧrî eḧmera
duřřî yetîmî aw ebê be tinokêkî naw sedef
mangîş bigîrê ew be keřem seyrê ka îtir
wek řoj şu’a’î nûrî ebînin le her teref
gewher - leber sexa û ẍînay - swałete lelay
te’sîrî her nîgahêkî îksîre bo xezef
bêdeng be xalîdPen name! herçî ke řastîş biłêy be şî’ir
bê dewłetan be şî’rî enasin û sena û selef