tiropkî řizgarî

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  3207 views
řêbwarêkim aza û bezîbik û zakûn
debiřim çoł û çya û pêdeşt û bêrûn
berhełistim dekem heprûn beheprûn
deřom berew aso, berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn
kend û kosp hengawim pê naka şil
bête ser řêm hezaran gaberdî zil
behêzî şan û baho pêy dedem til
deřom berew aso berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn
pêm girtewe, derçûm le daredare
řêm girtewe řêgay «qazî» û «aware»
namtirsênî gulle, petik, sêdare
deřom berew aso berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn
bew xwênaney lew řêbaze řijawe
gułî ałî serbestî kurd řwawe
minîş bedłî piř le hîwa û biřwawe
deřom berew aso berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn
řołey kurdim fêrî hewraz û lêjim
ta zor biřom zyatir areq biřêjim
kurtitir debê řêgay dûr û dirêjim
deřom berew aso berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn
nařewmewe le daweł û tarmayî
zorim dîwe bûlêł û tarîkayî
dênim bew şewgare řeşe dwayî
deřom berew aso berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn
min perwerdey bin sêberî eşkewtim
gelêk caran le çaławî řeş kewtim
hatme derê, hedam neda, nesrewtim
deřom berew aso berew asoy řûn
deřom deřom ta tiropkî řizgarbûn