şepolî tołe

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  1633 views
kurde ey kurdî le xoşî bê beş!
bes nîye koyletî dêwezmey řeş?
bajwê espî hewesî xoy herwa
bitgirî bitkujî wa bê perwa?
ew «qizil qel’eLocation» ke bote «bastîlLocation»
herdebê piř bê le yexsîr û dîl?
takû key neşkê kelepçe û desbend?
zecir û azar û şikence ta çend?
xwênî lawanî bebîr û biřwa
her debê biřjê, befîřo biřwa?
hełwerê gewherî firmêskî hetîw
derbeder bê kuřî aza û nebezîw?
bêwejin teř bê be giryan çawî
kiç nebînêtewe şoře lawî?
***
wextî wey hatuwe xot řapsênî
tołe wergiryewe, heq bistênî
řapere, hatewe dûbare helit
ser û małit bike qurbanî gelit
ko bewe řêk kewe, lêk beste pişt
řake meydanî xebat gurc û gişt
hatewe katî xebatî şêlgîr
hełbiře bendek û kot û zincîr
kuř be, aza be, nebez be, řołe
gijebay řiq be, şepolî tołe
tûře be, sûr bewe lêy wek polû
agirî de wekû pûş û pûşû
***
ew le xwên mijtinî to têr nabê
to debê bo bezeyît pêy dabê
le hemû layekewe pêy dade
řawî nê, zû le wiłatî řade
des û xencer kutupiř řake serî
wederî nê wederî nê wederî
hełmetî bo bere wek şêrî diř
leşkirî lê bike dabřidabiř
kostekî xencerî to bitrazê
ew be sernîze kuley nanazê
wîze gulley çekî toy bête gwê
napeřênê le sinûrîşt swê
bîtezêne be pelamarî tund
bîbezêne le çyaw şar û gund
benden û deşt û çiřî lê bitene
newekû derçî piřî lê bitene
meprîngêwe le agir û asin
tê degey çon be gelit nanasin?
takû şořş nekirê tund û tîj
takû senger negrê law û kîj
nadrê mafî gelî kurdî dilêr
herdebî wa le qefezda bê şêr
ew řiq û qîn û begjidaçûne
taqe řêgayekî řizgarbûne